Di navbera pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan û Komeleya Şoreşgeran de şer qewimî. Di encama şer de du pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û hin pêşmerge jî birîndar bûn. KNK’ê doh derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, ew amade ye ji bo çareseriya nakokioyan kar bike.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê destpêkê şerê di navbera her du partiyan de şermezar kir û got, “Em vê kiryara kuştina zarokên Kurdan a bi destê Kurdan, şermezar dikin. Em weke KNK’ê bang li aliyên nakok hemûyan dikin da ku bi ruhê neteweyî û yekîtiya neteweyî li hemberî vê rewşa nayê xwestin, tevbigerin. Bikaranîna çekê, wê tenê xizmeta dagirkerên Kurdistanê bike û birînên navxweyî yên bi dehan salan kûr bike.

Ev bûyer ne di berjewendiya her du aliyan de ye, tenê dijminên Kurd û Kurdistanê feydeyê ji van nakokiyan digirin. Ji bo bidawîkirina aloziyê, KNK amade ye ji bo çareserkirina nakokiyan navbeynkariya her du aliyan bike.”

NAVENDA NÛÇEYAN