Em hêza xwe ji gel digrin
Çarşem 29 Çile 2025 - 03:20
Ber bi dawiya sala 2024'an dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo bidestxistina Bendava Tişrînê dest bi êrîşan kir. Şervanên QSD û YPJ'ê bi berxwedaneke dîrokî bersiv dan van êrîşan û êrîş şikandin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêza ji vê berxwedanê wergirtî ji bo karibe piştgiriyeke hîn xurt bide zarok û şervanên xwe ber bi Tişrînê ve bi rê ket. Her roj ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel bi konvoyan berê xwe dide Tişrînê. Yek ji şervanên QSD'ê yê di nava Berxwedana Bendava Tişrînê de bû Serhad Reqa ji bajarê Reqayê axivî û qala girîngiya dîrokî ya berxwedanê kir û got:"Hin bûyer xwedî qîmeteke dîrokî ne û divê neyên jibîrkirin. Her çend dewleta Tirk û çeteyên wê bi teknîka giran û pêşketî êrîşan dikin jî nikarin li hemberî îradeya QSD'ê bisekinin û nikarin vê berxwedanê bişikînin. Îradeya QSD'ê îradeya gelan e, xwişk û biratiya gelan temsîl dike. Berxwedan û şerê me li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ye. Dewleta Tirk hemû çek û teknîka xwe radestî van çeteyan kiriye. Lê belê li gel teknîka pêşketî êrîşan dikin jî îradeya me wê li hemberî wan bi ser bikeve. Ev berxwedaneke gelekî mezin e, îrade li holê ye. Heta ku vê derê nebîne kes nikare vê derê fêhm bike. Moral û biryardariyeke mezin heye. Em piştgiriya herî mezin ji gelê xwe werdigirin û em ê her tim bi gelê xwe re bin. Em ê berxwedana li Tişrînê heta dawiyê dewam bikin."
QSD bêhnê li dagirkeran diçikîne
Serhad Reqa anî ziman ku şervanên QSD'ê bi hêz û morala ji gel werdigirin berxwedanê her roj hîn mezin dikin û got,:"Li Tişrînê li dijî gelê me êrîşên gelekî giran têne kirin. Dijmin bi her cûre teknîkê êrîşî me dike û ev yek jî bû sedem ku gelek birîndar û şehîdên me çêbibin. Lê belê li gel vê yekê jî gelê me şervanên xwe bi tenê nehişt. Ev israr û piştgiriya gelê me ji bo me bû hêz û çavkaniyeke moralê. Ev piştgirî wê bike ku berxwedan heta dawiyê dewam bike. Em careke din soz didin şehîd û gelê xwe: em ê gelê xwe biparêzin, xwîna şehîdên me wê li erdê nemîne. Heta ku dilopek ji xwîna me hebe ev berxwedan wê dewam bike. Bila dewleta Tirk a dagirker baş zanibe ku QSD wê bêhnê li wan biçikîne û berxwedanê dewam bike."
ANF