Meclisên Dayikên Aştiyê yên Riha û Amedê, Emîne Şenyaşar ku 16 roj in li ber Edliyeya Rihayê bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re bi daxwaza “Edaletê” nobetê digire ziyaret kirin û piştgirî dan wan. Ji ber şiliya li bajar malbata Şenyaşar nobeta xwe li Avahiya Baroya Rihayê didomîne û serdana Dayikên Aştiyê jî li vir pêk hat. 

Di serdanê de li ser navê dayikan Dayika Aştiyê Raîfe Ozbek axivî û diyar kir ku ew li cem Emîne Şenyaşar in û got: “Li vî welatî heq, hiqûq û edalet nameye. Bila êdî kes nemire, zilm û heqaret li kesî nebe.”

Malbata Şenyaşar di hesabê twîtterê de got: "Kêliya herî tarî ya şevê ye. Ev kêliya beriya şeveqê ye. Niha em di vê kêliyê de ne. Em bi hev re heviyê mezin bikin û parve bikin."

14'e Hezîrana 2018'an xizmên parlamenterê AKP’ê Îbarahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de bav Hacî Esvet Şenyaşar kurên wî Celal û Adil Şenyaşar hatibûn kuştin.

MA/RIHA