• Salih Gedo got: “Ked û hewldanên me divê ji bo têkbirina armancên dewleta Tirk a faşîst be. Ji her demê bêhtir pêwîstiya me niha bi yekîtiya Kurd heye.” 

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê Salih Gedo êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, pîlanên dewleta Tirk ên ji bo şerekê di nava Kurdan de, helwesta PDK'ê, daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar ê ENKS'î, rewşa nûnerên Rojavayî yên li Hewlêrê hatine girtin û rewşa Deriyê Sînor ê Sêmalkayê şirove kir.

Gedo diyar kir ku divê pirsgirêkên nava Kurdan bi diyalogê bêne çareserkirin û şerê birakujiyê jî weke xeteke sor destnîşan kir û got: “Em baş zanin ku dewleta Tirk a faşîst ji ber ku li Başûrê Kurdistanê li pêşberî gerîla têk çûye û armancên xwe pûç bûne, hewl dide Kurdan bera hev bide. Lewma divê ked û hewldanên me hemû ji bo wê yekê bin ku armancên dewleta Tirk a faşîst têk bibin."

Salih Gedo bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir ku bi ti awayî hêzên pêşmerge li qadên şer bi cih neke û got, "Em careke din dibêjin, pêwîstî bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye. Gelê Kurd ji bo pêşîgirtina li planên dijmin divê li hev bicive."

Têkildarî gotinên Abdulhakîm Beşar ê ENKS'î yê li ser Efrînê, ku îdîa kiribû li Efrînê komkujî û sûcên şer nehatiye kirin, Salih Gedo got: "Tirk, gotinên ku şerm dike bi xwe bêje, bi kesên weke Hekîm Beşar dide gotin.

Têkildarî girtina nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser ên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK'ê ve Salih Gedo got: "Girtina van hevalan li Hewlêrê ne tenê bandoreke neyînî li PYD'ê yan jî Rêveberiya Xweser kir, bandoreke neyînî li tevahiya gelên Rojava kir.

ANF/QAMIŞLO