“Nobeta Edaletê” ya Malbata Şenyaşar di roja 133’yemîn de ye û Malbatê got li dijî hiqûqa serdestan ew ê bi ser bikevin. 
Li navçeya Rihayê Pirsûsê 14’ê Hezîrana 2018’an de xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên Malbata Şenyaşar kirin. Haci Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal di êrişê de jiyana xwe ji dest dan. Ferît û Fadil Şenyaşar ji bûyerê sax filitîn. Fadil ji 2018’an ve girtî ye. Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît ji bo doza wan edalet pêk were, bi daxwaza “Edaletê” ev 133 roj in, çalakiya nobeta edaletê dewam dikin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twîtterê doh got, “Berxwedana Bogazîçiyê bi ser ket. Wekîlên gel bi ser ketin. Kesên heq û bi biryar bi ser ketin. Dinya hemû dizane, malbata Şenyaşar jî heq e. Doza malbata Şenyaşar doza rûmetê ya her kesî ye. Helbet wê têkoşîna me li dijî hiqûqa serdestan bi ser bikeve.” MA/RIHA