- PKK: Em bawer dikin ku em ê komploya 15’ê Sibatê ku roja qirkirina Kurdan û roja reş e, li ser vî esasî têk bibin û em ê bandorên hilweşîner ên karesatên xwezayî jî kêm bikin.
Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand. Komîteyê qala erdheja navenda wê Mereş kir û got, “Em weke tevger û gel dikevin sala 25’an a komploya 15’ê Sibatê û ya têkoşîna li dijî komployê, di bin bandora erdheja mezin a navenda wê Mereş de. Karesatên wisa, êşên me hîn mezintir dikin. Li aliyekî em ji bo sivikkirina birînên ji ber karesata erdhejê, li aliyê din jî ji bo bi temamî têkbirina komploya navneteweyî di sala 25’an de, seferber dibin. Em encamên her du karesatan jî, di mejî û dilê xwe de bi kûrahî hîs dikin û têkoşîna xwe ya azadiyê li ser vî esasî bi pêş dixin. Em bawer dikin ku em ê komploya 15’ê Sibatê ku roja qirkirina Kurdan û roja reş e, li ser vî esasî têk bibin û em ê bandorên hilweşîner ên karesatên xwezayî jî kêm bikin.”
24 sal in Rêbertiya me li berxwe dide
Di dewama daxuyaniya komîteyê de wiha tê gotin; “Em baş dizanin ku komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an hatî destpêkirin armanc dikir ku bi îmhakirina Rêber Apo û tasfiyekirina PKK’ê re qirkirina Kurdan temam bike. Di vê çarçoveyê de êrişek bû ku sîstema modernîteya kapîtalîst a kureyî ku qirkirina Kurdan pêşbînî dikir, DYE, Îngilistan û Îsraîl ji vê sîstemê re pêşengî kirin, pîlan kirin û xistin meriyetê. Ji xwe ti pirsgirêk di navber Rêber Apo û van hêzan de tune bû. Tenê ji bo temamkirina qirkirina Kurdan ev êriş pêk anîn û zirarên giran dan hebûna azadiya Kurd. Ev tam 24 sal in, em weke Rêber Apo, Tevger û gel li dijî vê êrişa faşîst, mêtinger û qirker a topyekûn li ber xwe didin. Berxwedana mezin a gerîla û gelê Kurd, Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku li ser vî esasî pêş ket, ji bo hemû mirovahî û kesên çewisandî, hêviyek nû a rizgariyê ava kir.
Mîmarê berxwedanê Rêber APO ye
Bêguman mîmar û afirînerê vê berxwedana mezin û dîrokî ya çaryeka sedsalê Rêber Abdullah Ocalan bû. Rêber Apo êdî pêşengiya hemû bindestan dike û rêya rizgariyê nîşan dide; Ew dibe serokê hemû bindestan û gelan. Bê şik hêzên me yên gerîla yên qehreman di têkoşîneke bi vî rengî de desteka herî mezin dane Rêber Apo. Berxwedana fedaî ya ku bi salan e bi dayîna deh hezaran şehîdan dide, ewlekarî û bandora Rêber Apo misoger kiriye. Bi taybetî di salên dawî de berxwedana mezin a li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêş ket, berxwedana dîrokî ya ku herî dawî li qadên Zap, Avaşîn û Metîna derket pêş û nehişt faşîzma AKP-MHP’ê derbas bibe, êrişên faşîzma AKP-MHP’ê şikandin û hemû planên nû yên komployê têk birin. Desteka herî mezin a berxwedaneke bi vî rengî ya gerîla, berxwedana jinê û şoreşa azadiyê ya ku ji çar parçeyên Kurdistanê bi dirûşma 'Jin Jîyan Azadî' li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê belav bû, da.
Faşîzma AKP-MHP’ê li ber qedandinê ye
Niha jî êrişa komploger a mijara gotinê, bi girankirina tecrîda li sîstema êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê û bi zindî hiştina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê tê meşandin. Hêzên komploger dixwazin zêhniyet û siyaseta qirkirina Kurd li ser vî bingehî pêk bînin. Ji ber vê yekê tê dîtin ku faşîzma AKP-MHP'ê bi gelek aliyan ve tê destekkirin û ji niha ve hewl dide di vî warî de ji felaketa erdhejê sûd wergire.
Lê vala ye! Êdî dawiya rêya komploya navneteweyî û faşîzma AKP-MHP’ê hatiye. Di eslê xwe de dawî li zihniyet û sîyeseta qirkirina Kurd a sedsalî hatiye. Têkoşîna sala 25’an a li dijî komployê wê bi hêz be ku van hemûyan bi dawî bike. Ne piştgiriya NATO-Rûsya û ne jî PDK'ê wê nikaribe faşîzma AKP-MHP'ê bidomîne. Ti kes wê nikaribe jiyana zîhniyet û siyaseta faşîst-qirker dirêj bike. Ne hêza teknîkî ya ku jê re îbadet dike û ne jî hewldana sûdwergirtina ji felaketên weke erdhejê wê faşîzma AKP-MHP’ê rizgar neke.
Îsal bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber APO
Em bang li gel û dostên xwe dikin da ku taybetmendî û armancên têkoşîna salvegera 25'an a li dijî komployê, rast fêhm bikin û li ser bingehê azadiya fizîkî ya Rêber Apo îsal bikin saleke şoreşa azadiyê ya mezin!"
BEHDÎNAN