Em ê xwe li dijî MÎT’ê biparêzin

Pêncşem 19 Gulan 2022 - 21:15

  • Îstîxbarata Tirk MÎT´ê li Silêmaniyê welatparêzê Kurd M. Zekî Çelebî şehîd kir. 

Îstîxbarata Tirk MÎT´ê li Silêmaniyê welatparêzê Kurd M. Zekî Çelebî şehîd kir. Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Muslîm Kaplan bang li Yekîtiy Nîştimaniy Kurdistan (YNK) kir da ku pêşiyê li êrişên li dijî welatiyên Bakurê Kurdistanê bigire: “Heger êriş dewam bikin, mafê wan e xwe biparêzin. Her roj gefan li hevalên me dixwin.”

Li Kolana Bextiyarî ya Silêmaniyê welatiyê Bakurê Kurdistanê yê xwediyê Xwaringeha Deniz, Mihemed Zekî Çelebî pitirpêr bi şev li ber xwaringeha xwe ji aliyê du kesên li ser matorbiskilêtêkê siwar ve hate gulebarankirin. M. Zekî Çelebî paşê pêr li nexweşxaneyê şehîd bû. 

Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamya Muslîm Kaplan li ber Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê têkildarî êrişa li dijî Mihemed Zekî Çelebî daxuyanî da û got, “Bi taybetî em bang li YNK’ê dikin. Em weke xelkê Bakur, endamên HDP’ê, weke kesên sivîl li bajarê Silêmaniyê dijîn, lê êrişên li dijî me tên kirin, li hemberî hevalên me tên kirin, ne êrişên yekem û duyemîn in, ev cara sêyemîn e li hemberî hevalên me êriş têne kirin.

Ev êrişên terorîstî ne. Em bang dikin da ku pêşî li van êrişan bigirin. Eger pêşî li êrişan neyê girtin weke insan mafê me yê xwe parastinê heye.

Heger em xwe neparêzin wê terorîst me qetil bikin.”

Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamya Muslîm Kaplan bi bîr xist ku li Dihokê jî welatiyekî Bakurê Kurdistanê rastî êrişê hatiye. Wî got, li gorî wan êriş ji aliyê îstixbareta Tirkiyeyê MÎT´ê ve pêk hatiye.

Piştî şehadeta Mihemed Zekî Çelebî hewldan hene ji bo ku cenazeyê wî bibin Bakurê Kurdistanê. Cenaze hîna li morga Silêmaniyê ye. Malbata wî hewl dide karûbarên îdarî bi dawî bike. Piştre cenaze wê li Wanê bê veşartin.

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.