‘Em ê vegerin Serêkaniyê’

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 9 Cotmeh 2022 - 21:09

  • Bi nêzîkbûna salvegera dagirkirina Serêkaniyê re gelek helbestvan tev li şevbihêrka li parka Xwendinê ya Hesekê bûn.

Bi nêzîkbûna salvegera dagirkirina Serêkaniyê re gelek helbestvan tev li şevbihêrka li parka Xwendinê ya Hesekê bûn.

Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê ya Hesekê bi nêzîkbûna salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re şevbihêrkek bi nav û nîşana “Em ê vegerin” li parka Xwendinê ya Hesekê li dar xist.

Gelek helbestvanên ji Serêkaniyê koçber bûn, endamên Komîteya Koçberên Serêkaniyê û gelek rewşenbîr beşdarî şevbihêrkê bûn.

Bi navê Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîre Mihemed Beşîr axivî û bi xêrhatina mêvanan kir û  dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta TIrk û çeteyên wê ve şermezar kir. Beşîr got: "Em bi hêvî ne ku em ê vegerin herêmên xwe û wan ji dagirkeriyê rizgar bikin. Em jî weke Yekîtiya Rewşenbîran, em ê kedê bidin da ku vegereke ewle ji tevahiyê re pêk bînin."

Bi navê Komîteya Koçberiyên Serêkaniyê yên ku ev çalakî amade kirine, Mehmûd Cemîl spasiya helbestvanên ku bi helbestên xwe azarên şêniyên serêkaniyê parve kirine, kir.

Di şevbihêrkê de sînevîzyoneke kurt li ser dîroka bajarê Serêkaniyê, hat nîşandan.

Paşê, helbestvan Îsa Xilo, Mustefa Sîno, Luqman Ebdurehman, Hozan Gergundî, Anehîta Sîno helbestên xwe gotin.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.