Em ê vegerin Efrînê
Çarşem 22 Çile 2025 - 02:30
Jinên bal birin ser koçberiya xwe ya ji Efrînê diyar kirin ku dewleta tirk a dagirker kurdek li ku derê be qetil dike û gotin ew ê teqez vegerin Efrînê.
Di 20’ê Çileya 2018’an de, dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên dagirkirinê birin ser Efrînê. Di encamê de bi hezaran kes ji gelê Efrînê ji warê bav û kalên xwe koç kirin. Piştî ku gelê Efrînê ji Efrînê ber bi Şehbayê ve tên, di 29’ê Mijdarê de careke din dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser Şehbayê û li wir gel dîsa jî neçar ma ber bi cihên ewle yên Rêveberiya Xweser ve biçin. Gel cara ewil bi riya karwanan li Tebqayê hatin pêşwazîkirin.
Têkildarî vê koçberiyê, koçberên Efrîn û Şehbayê axivîn.
Em ê vegerin Efrînê
Jina bi navê Seyran Mihemed ku ji gundê Meydan Ekbes e û di koçberiya duyem a ji Şehbayê de zarok û hevjînê wê jiyana xwe ji dest dabûn bi tiraktoreke bêy teker ku tenê li ser hesin dimeşiya, ber bi Tebqayê ve hat. Dayika Seyran wiha qala çûroka xwe ya koçberiya duyem dike: "Piştî me ji warê xwe yê Efrînê koç kir, em ber bi Şehbayê ve hatin. Li wir me jiyana xwe bi salan bi rêk û pêk derbas kir, li Şehbayê em li malên xwe bûn, ji nişka ve qala derketin û êrîşan li ser me de, hatin kirin. Çend pezên me hebûn, hevjînê min di nexweşxaneyê de bû, zarokên min jî li mala dayika min bûn, ez bi wan cîranên xwe ku du jin û du mêr bûn û bi keriyê xwe yê pez re em meşiyan. Min nizanîbû ku çi bi zarokên me û hevjînê min, xizim û gelê min hatiye. Armanca herî mezin a dewleta Tirk a dagirker, gelê Kurd e. Li dijî vê yekê em ê her tim hebin û vegera li Efrînê nêz e, teqez em ê vegerin."
Wê vegera Efrînê mîsoger be
Dayika ji Racoyê Newroz Mele Ehmed ku ew jî qala wê koçberiya xwe yê yekem dike, wiha dibêje: "Dewleta Tirk du caran Efrînî koçber kirin. Em sê rojan li ser rêyan bûn, zarok ji serma diqerisîn, tiraktora ku em lê bûn, sê caran qulibî. Em li ber wê sermayê perîşan bûn, em piştî sê rojan hatin bajarê Reqayê. Dewleta Tirk a dagirker dibêje Kurd li ku be, em ê wan li wir tune bikin. Em ê vegerin Efrînê û wê veger mîsoger be."
ANF/KOBANÊ