• Malbata Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê didomîne got, “Em ê teslîmî tirsê nebin.”

Malbata Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê didomîne got, “Em ê teslîmî tirsê nebin.” Beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar, ji bo di dozê de edalet pêk were û dosyeya komkujiya li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bê vekirin, ferdê malbatê Fadil Şenyaşar ê girtî bê berdan, ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digirin. Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 376’an de dewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweş bû doh tevlî nobedê nebû û Ferît Şenyaşar çalakî li ber edliyê domand. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam da: “Hewldan û têkoşîn hêviyê diafirîne. Em bi hêvî ne, çimkî 375 roj in li ber Edliyeya Rihayê bi milyonan kes xwedî li me derket û em ji bo heqê xwe têdikoşin. Em ê teslîmî tirsê nebin.” 

RIHA