Em ê têkoşînê bidomînin!

Pêncşem 22 Tebax 2024 - 02:10

Eniya Têkoşîna Demokrasiyê, li ofîsa xwe ya bajarê Kerkûkê, li dijî biryara Dîwana Dadweriya Iraqê ya ji bo girtina partiya wan, civîneke çapemeniyê lidar xist. Daxuyaniya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê ji aliyê Fahim Cemal ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:’’Eniya Têkoşîna Demokrasiyê partiyeke Iraqî Federal e ku ji nav gelê zehmetkeş û bindestê vî welatî derketiye û şanaziyê bi peywendiya bi gelê xwe re dike. Em di dil û hişê xwe de xwediyê projeyeke mezin yên netewî ne, ku armanca wê pêşketin û bexteweriya hemû welatiyên welatê me ye. Em ji bo serkeftina bingehên yekrêziya netewî û têkoşîna li dijî wan projeyên ku ji bo têkdana civakê dixebitîn.

Em bawer dikin ku pêkve jiyan û aştî heye. Baweriya me bi azadiya jinê heye. Ji ber ku azadiya jinê tê wateya azadiya hemû civakê. Herwisa em ji bo belavbûna çanda demokratîk ya rastîn û ruhê beşdarbûnê di navbera hemû komên xelkê me de, dixebitin. Kampanya reşkirinê ku bi rêya ragihandinê eniya me kir armanc, ji bilî hindek hewldanên pûç yên ji bo xirabkirina hêz û îradeyê me ya bi armanca xizmetkirina gel û welatê me, tişteke din nîne. Ji vir em bang li hemû welatiyan dikin ku li gel me li dijî wan planên ku li dijî gelê me hatine çêkirin rawestin.

Em dîsa dubare dikin ku bi hemû rêyên yasayî yên li ber destê me em ê li dijî vê biryara nerewa têbikoşin. Her wisa em girêdayî prensîpên û armancên xwe yên bilind ku ji bo xizmetkirina welat û gelê xwe. Em bi hemû hêz û berxwedanê ku pişta xwe bi gelê xurt yê Iraqa Federal girê didin emê xebat û têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Di çarçoveya destûr û yasaya di meriyetê de, Eniya Têkoşîna Demokrasiyê wê di xurtkirina û pêkanîna projeya demokratîk û pêkvejiyana aştiyane ya xwe de têkoşîn û xebata xwe bidomîne.”

ROJNEWS/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.