Em ê rojnamegeriyê biparêzin
Şemî 22 Sibat 2025 - 03:20
ROZA METÎNA / AMED
Rojnameger Azîz Orûç têkildarî zextên li ser çapemeniya azad ên ku her diçin zêde dibin diyar kir ku ew ê tu kes nikaribe çapemeniya azad bêdeng bike û got:” Em ê nasnameya rojnamegeriyê biparêzin.”
Êrişên li ser kedkarên çapemeniya azad dewam dikin.
Di 15’ê Sibatê de dem ali Wanê qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin rojnamegerên nûçe dişopandin lêdan xwarin û hatin binçavkirin. Dîsa di 18’ê Sibatê de li Stenbolê bi ser malan de hat girtin û dîsa rojnameger bûn hedef. Her wiha dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO di êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hêj jî rojnamegeran hedef digire. Herî dawî jî nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Egîd Roj dema li Bendava Tişrînê êriş dişopand, di 15’ê Sibatê de ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hate qetilkirin.
Rojnameger Azîz Orûç têkildarî êriş û zextên li ser rojnamegeran ên dewam dikin nirxandin kir. Azîz Orûç bi lêv kir ku rojnamegeran her tim bi sekna xwe bersiv dane êrişan û wiha got:”Li dijî êrişan kedkarên çapemeniya azad têkoşîna heqîqetê derxistin holê. Generalên biçûk ên Apê Mûsa gotin em pênûsa te li erdê nahêlin.”
Êrişên li ser çapemeniyê ne nû ne
Azîz Orûç da zanîn kedkarên çapemeniya azad raste rast dibin hedef û wiha got:”Êrişên li dijî çapemeniya azad ne nû ne. Ji dîrokê heta niha ev êrişana bi awayekî sîstematîk dewam dikin. Carinan bi girtin û binçavkirinan, carinan bi îşkence û bi kuştinê ev êriş pêk tên. Kedkarên çapemeniya azad her tim bi êrişan rû bi rû mane. Em hemû dizanin Apê Mûsa çawa li Amedê hat qetilkirin. Em dizanin rojnameya Ozgur Ulkeyê çawa û çima hat bombekirin. Wê demê Tansû Çîler kedkarên çapemeniya azad raste rast kir hedef.”
Têkoşîna heqîqetê derxistin holê
Azîz Orûç bi lêv kir ku rojnamegeran her tim bi sekna xwe bersiv dane êrişan û wiha pê de çû:”Li dijî êrişan kedkarên çapemeniya azad têkoşîna heqîqetê derxistin holê. Generalên biçûk ên Apê Mûsa gotin em pênûsa te li erdê nahêlin. Di serdema AKP’ê de jî ev êriş û zextên li ser rojnamegeran neguhert. Lê belê rojnamegeran jî bi pênûsa xwe û bi sekna xwe bersiva van êrişana dan. Kîja îktidar be dema tên ser peywirê ji bo kêmasiyên xwe veşêrin rojnamegeran dikin hedef. AKP jî polîtîkayên bêdengkirinê dişopîne.”
Ji ber rastî derxistin holê bûn hedef
Azîz Orûç diyar kir ku rojnamegeran ji ber rastî derxistin holê her tim bûne hedef û wiha got:”Ji ber rojnamegerên kurd hem li Bakur hem jî li Rojava rastiyan derdixin holê jî dibin hedef. Rastiyan dema derdixin holê bi êrişan rû bi rû dimînin. Li Rojava jî Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn, Egîd Roj, Azîz Koyluoglu hemû geşedan kêlî bi kêlî di çapemeniyê de nîşan didan. Azîz Koyluoglu di heman demê de wekî mamosteyekî bû. Li Başûrê Kurdistanê dîsa Hêro Bahadîn û Gulistan Tara bûn hedef. Derewên medyaya hawiz derxistin holê. Loma jî hatin kuştin. Kuştina van rojnamegeran me gelekî xemgîn kir. Lê belê ew ê ked û têkoşîna wan li erdê nemîne. Wê têkoşîna me dewam bike. Em van hevalana bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Bi serkeftinên xwe bûn mînak
Azîz Oruç da xuyakirin ku rojnamegerên kurd bi sekna xwe bûne mînak û wiha dewam kir:”Demek kurt ez bi Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan û Azîz Koylugolu re jî xebitîm. Ez şahid im ew girêdayî heqîqeta xwe bûn. Zanist û sekna wan hêja bû. Nirxandin û nêzîkatiya wan gelekî baş bû. Em dizanin ev êrişana li dijî dîtina rastiyan e. Lê belê sekna hevalên me dibe mijara çîrok an jî romanekê. Nazim qirêjiyên DAÎŞ’ê derxist holê. Ji sekna xwe nehat xwarê. Cîhanê bi wêneyên xwe êş û têkoşîna jinan ji cîhanê re ragihand. Hevalên me yên rojnameger wêneyên rizgarkirina Reqayê kişandin. Ew bi van serkeftinên xwe bûn mînak. Wan di heman demê de êşa ku jinên êzidî dikişand bi wêneyên xwe raxistin pêş çavên cîhanê.
Em ê rojnamegeriyê biparêzin
Azîz Orûç da zanîn wê çapemeniya azad tu carî bêdeng nemîne û wiha dewam kir:”Kedkarên çapemeniya azad ji bo civaka kurd mîrateyek mezin li dû xwe hiştin. Loma sîstem wan wekî tehdîdekê dibîne. Loma wan asteng dike. Hevalên me ji ber ku wêneyên Cîhan û Nazim hilgirtin li Stenbolê hatin girtin. Rojnameger Oznûr Deger bi awayekî tund hat binçavkirin û piştre hat girtin. Lê belê tevî ewqas êrişan jî rêya heqîqet û têkoşînê rêya kedkarên çapemeniya azad e. Ev jî girêdayî mîrateya mezin a ji mer mayeye. Ev ji sekna Gulistan, Hêro, Nagîhan, Cîhan, Nazim, Azîz û Egîd tê. Ev ji mîrateya Gurbeteli Ersoz û Mûsa Anter tê. Loma em paşde gav navêjin. Yên ku rastiya jêrzemînên Cizîrê û avêtina ji helîkopterê ya kesekî raxist pêş çavan rojnamegerên kurd bûn. Loma kedkarên çapemeniya azad wê her tim li mîrateya ji wan re maye xwedî derkevin. Em ê nasnameya xwe ya rojnamegeriyê heta dawiyê biparêzin. Ew ê çapemeniya azad bêdeng nemîne.”
Banga piştevaniyê
Azîz Orûç banga piştevaniya bi rojnamegeran re kir û wiha bi dawî kir:”Her kesên dibêjin em mûxalîf in û dibêjin em mafên rojnamegeran diparêzin divê bêdeng nemînin. Kesên li dijî zextên li ser rojnamegerên kurd bêdeng dimînin jî piştre bi zextan rû bi rû dimînin. Loma jî divê her kes li dijî van êrişana derkevin.”