Gerîlayên HPG û YJA Starê têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivîn.

Têkoşer Farqîn: Dîlgirtina Rêberê me ji bo gelên cîhanê cihê êşeke giran e. Demeke dirêj e agahî ji Rêberê me nayê wergirtin. Li Îmraliyê tecrîd û êşkenceyeke giran heye. Ev yek jî bi agahdariya CPT tê kirin. Li çar parçeyên Kurdistanê û temamiya Ewrûpayê gelê me ji bo azadiya Rêbertî û jiyana li welatekî azad hewl dide. Dîlgirtina Rêberê me ne tenê dîlgirtina Kurdan e, her wiha dîlgirtina gelan hemûyan e. Di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' ya partiya me, di sala 2023'an de divê em xwe ji azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re amade bikin.

Hebûn Dilsoz: Ez Erebekî, komploya li dijî Rêbertiyê şermezar dikim. Bi rêya komployê xwestin şer bixin navbera gelên Ereb û Kurd, lê belê berovajî vê yekê bû. Têkiliya navbera gelên Kurd û Ereb xurtir bû, hîn bêhtir bûne yek. Niha jî bi hev re ji bo azadiya Rêbertî û Kurdistanê têdikoşin. Gelekî dixwazim Rêbertî bibînim, ji bo vê em têdikoşin.

Besê Anûş: Komplo bi her awayî ji bo gelê Kurd û gelên cîhanê êşeke mezin e. Armanca me gerîlayên YJA Starê têkbirina komployê û misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêbertî ye. Rêberê me roja me ye. Di sala 2023'an de divê em komployê têk bibin û azadiya fizîkî ya Rêbertiyê misoger bikin. Em gerîla dixwazin komployên li ser gelê Kurd têk bibin. 

Fûat Mehabad: Ji dijmin we bû, bi dîlgirtina Rêbertiyê wê bigihêje armanca xwe, lê belê têkoşîna Kurdan niha li tevahiya cîhanê deng vedide. Biryardariya me gerîlayan ew e ku di sala 2023’yan de azadiya fizîkî ya Rêberê xwe misoger bikin. Ji ber vê yekê her çalakî gelekî bi wate ye. Çalakiya herî mezin ew e ku ciwanên Kurd tevlî nava refên gerîla bibin.

Firat Çiyager: Şerê ku niha li Zap, Avaşîn û Metînayê tê kirin, hêz û moralê ji berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê werdigire. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ji bo bersivê bidin êrişên dijmin wê erk û berpirsyariya xwe bi rengekî serketî bi cih bînin. Ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê têkoşîna xwe mezintir bikin, em ê bi ser bikevin.

Peyman Dilsoz: Rêbertî tevî ku 25 sal in li zindanê dîl tê girtin jî ji berxwedanê tawîzê nade. Em li ser şopa Rêberê xwe ne û bi ronahiya wî jiyana xwe dewam dikin.

BEHDÎNAN