Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê taxên Şêxmeqsûd û Helebê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan  û pêkanîna azadiya fîzîkî ya wî xwepêşandanek li dar xist.

Xelk li pêş hola 8`ê Adarê ya li rojavayê taxê, kom bû û dest bi çalakiyê kir û heta taxa Eşrefiyê meşiyan.

Li vir mitîngek hat lidarxistin. Di mitingê de, endama Rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê Eyşe Hiso axivî.

Eyşe Hiso berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir û got ew soz didin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, axa dagirkirî rizgar bibe, ew ê bêwestan xebat bikin.

Her wiha Eyşe Hiso diyar kir ku azadiya gelan beyî hebûna ronakbîr û afrînerên fikrê demokratîk a azad temam nabe.

Di dawiyê de Eyşe got serkeftina felsefeya neteweya demokratîk teqez e û bang li her kesî kir ku berpirsyariya xwe bînin cih û tevlî mezinkirina têkoşînê bibin da ku mafên xwe bidest bixin.

ANHA/HELEB