Em ê li pey Serokê xwe bin

Çarşem 7 Sibat 2024 - 00:40

Civaka Êzîdî û pêkhateyên Şengalê bi hemû beşên civakê re bi çalakiyên cuda pêşwaziya salvegera komploya 15’yê Sibatê dikin. Endamên Desteya Eşayîrî ya Şengalê jî bi awayeke xurt beşdarî çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dibin. Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Kemal Xidir Hesen diyar kir ku ew ji bo li herêmê azadî û demokrasi pêşbikeve daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin û got: “Beriya fermanê gelê me bindest bû, me rêxistinekê nebû. Piştî fermana 3.8.2014’an bi saya Serok Ocalan ev rêxistin hat û gelê me rizgar kir. Gelê me ji fikrê Serokatiyê fam kir ku li ser cih û warê xwe azad bijî, karibe xwe birêxistin bike, xwe birêvebibe û parastina xwe bike. Bi saya fikrê Serokatî me xwe bi qewet kir, em dikarin xwe birêve bibin. Em daxwaz ji gelê xwe dikin ku ji kampan vegerin da ku em karibin li Şengalê bi azadî û serbilindî bijîn. Îro li Iraqê derekî ji Şengalê ewletir û aramtir nîne.”

Ew hertim di dilê me de ye

Yek ji endamên Desteya Eşayîrî ya Şengalê Mirad Nemir jî bibîr xist ku di fermana 2014’an de fikre Rêber Abdullah Ocalan derbasî Çiyayê Şengalê bûye û got:’’Serokatî qencî bi me kir, di 2014’an de şagirtên wî bi me ve hatin. Niha serokê me di nav 4 dîwaran de ye. Me divê serokê me azad bibe. Serok Apo ne bi tenê serokê Êzîdiyan e, serokê fikrekî ye, serokê hemû gelên bindeste.’’ Mirad Nemir ji bo azadiyê banga yekîtiyê li civaka Êzidî kir û hezkirina civaka Êzidî ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan wiha anî ser ziman: “Serokê me di dilê me hemûyan de ye, em tu carî wî ji bîr nakin. Heya em sax bin em qenciya Serokatî ji bîr nakin. Bi îzna Xwedê wê serokê me jî azad bibe. Divê em wekî eşayîrî ji vir û heya Bexdayê û Ewrûpayê li pey azadiya Serokatiya xwe bin.’’

Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Hesen Evdo jî wiha axivî: “Li gor yasayên însanî û cîhanî lazim e parezerên wî, malbata wî serdana wî bikin. Bela sebep hê jî di zindanê de tê girtin. Dixwazin heya dawiya emrê wî li zindanê bigirin da ku nikaribe ji bo gelan têkoşînê bimeşîne.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.