Em ê li ber xwe bidin

Çarşem 28 Nîsan 2021 - 04:18

Emîne Şenyaşar a ku parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar, ev 51 roj in li ber xwe dide.

Platforma Şaxên KESK’ê yên Amedê û rêveberên MEBYA-DER’ê doh çûn serdana malbata Şenyaşar û peyamên hevgirtinê dan.

Pêşîn rêveberên KESK’ê çûn serdanê. Emîne Şenyaşar ji heyetê re qala 3 salên dawîn ên rewşa xwe kir û got, “Em vê hikumetê qebûl nakin. Bila ti kes netirse, divê her kes rabe ser pêyan. Em li vir li ber xwe didin, dengê me bibihîzin.”

Hevseroka Şaxa 1’emîn a EGÎTÎM-SEN’ê Emîne Yildiz jî diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidomînin û got, “Heta ku edalet pêk were, em ê bi we re bin. Ev ne bi tenê doza we ye, doza me gişan e. Em ê bi hevgirtinê edaletê pêk bînin.”

Ferît Şenyaşar jî got, ev serdanên ji bo hevgirtinê hêzê didin wan: “Dosyeya doza li nexweşxaneyê hê nehatiye vekirin. Dozger naxwaze bi me re rûnê. Avahiya edalatê heye lê dozgerê ku naxwaze bi me re rûnê, diparêzin. Li gorî wan venekirina dozê li gorî hiqûqê ye. Em carekê bi dozger re rûniştin, ji me re got, wan 23 kes tespît kirine. Naxwe derbarê van 23 kesan de çi hewce be, wê bike. Roj wê were heyeta dadgehê jî ji ber ku hevkarê sûc e, wê were dadgehkirin. Ji ber ku qedexeya derketina derve heye, em ê berxwedanê li malê bidomînin.”

Piştî heyeta KESK’ê rêveberên MEBYA-DER’ê çûn serdana malbatê. Heyetê peyama piştgirî û hevgirtinê da malbatê.

RIHA 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.