Em ê ji Ocalan re azadiyê bixwazin

În 4 Cotmeh 2024 - 02:35

Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Uyar diyar kir ew ê li Mîtînga Azadiyê ya 13’ê Cotmehê li Amedê ji Rêber Ocalan re azadiyê bixwazin, heta ku tecrîda li ser Ocalan were şikandin ew ê têkoşîna xwe geş bikin û bang tevlêbûna li Mîtînga Azadiyê li Waniyan kir. Uçar got,’’Em ê di mitînga 13’ê cotmehê ya li Amedê de dengê xwe bilind bikin. Em ê komploya 9’ê Cotmehê lanet bikin.’’

Wan xwe ji bo Mîtînga Azadiyê hazir dike, ku wê 13’ê Cotmehê li Amedê werê lidarxistin û di mîtîngê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan were teşhîrkirin û were xwestin ku Ocalan ji alî fizîkî ve azad bibe. Bi çarçoweya xebatên mîtîngê partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl dixebitin û dane ber xwe ku bi tevlêbûna bi hezaran kesî berê xwe bidin Amedê.

Çetîn Uyar, Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê tecrîda li ser Rêber Ocalan ku ev 43 meh in didome bi bîr xist, destnîşan kir ev tecrî tesîra xwe li ser girtîgehan, jinan, Rojhilata Navîn û cîhanê dike, tecrîd di şexsê Ocalan de li ser tevahiya Kurdan hatiye danîn û tesîrê li ser hemû girtiyan, şoreşgerên Rojhilata Navîn, sosyalîst û kedkaran dike.

Polîtîkayên Esat Oktay li kar in

Uyar diyar kir li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê halê hazir polîtîkayên Esat Oktay li kar in; nahêlin girtî sporê bikin, nameyan bişînin û pirtûkan bixwînin, xwarina 10 kesan didin 25 kesan û endamên Esat Oktay berdana girtîgehan.

Em dixwazin Ocalan azad bibe

Uçar wiha domand:’’Divê tecrîda mutleq a li ser birêz Ocalan tavilê were rakirin. Daxwaza me azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e. Bi dehhezaran girtiyên me, bi sedan girtiyên nexweş hene. Mirovên me yên 80 salî girtî ne. Dema mijara behsa xeberê dibe Kurd, her kes bêdeng dimîne. Li kesên 30 salan girtî mayin poşmantiyê ferz dikin. Lijneyên çavdêriyê li gorî keyfa xwe tehliyeyan 3-6 salan taloq dikin. Divê girtiyên nexweş tavilê bên tedawîkirin û dawî li binpêkirinan bînin.”  

Em ê komployê şermezar bikin 

Uyar bi berdewamî anî zimên heta Ocalan ji alî fizîkî ve azad bibe ew ê çalakiyên xwe bidomînin, têkoşîna dijî tecrîdê geş û gurt bikin, Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêber Ocalan bi bîr xist û got,’’Komploya 9’ê Cotmehê xiyaneteke mezin e. Serokwezîrê demê Bulent Ecevît wê demê got; ‘Bombe xistin destê me.’ Rast e, bandora wê bombeyê hêj jî li Tirkiyeyê didome. Ji bo pêşîlêgirtina birêz Oalan her tişt kirin lê nekarîn bi ser kevin. Heke îro li Tirkiye çete, mafya, cemaet û hwd serdest bin, sedema vê ev e. Em ê komploya 9’ê Cotmehê li tevahiya Kurdistanê protesto bikin. Em ê di mitînga 13’ê cotmehê ya li Amedê de dengê xwe bilind bikin. Em ê komploya 9’ê Cotmehê lanet bikin. Em ê ji bo jinên azad, ciwanên azad, civakeke azad û Rojhilata Navîn a azad di 13’ê cotmehê de li Amedê bin.” 

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.