Em ê ji banga dîrokî re bibin bersiv

Sêşem 4 Adar 2025 - 03:45

  • Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku 8’ê Adarê bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk tacîdar bûye û destnîşan kir ku ew ê berpirsyariyên vê pêvajoyê bi cih bînin; li ser navê azadî, demokrasî û aştiyê têkoşînê mezin bikin.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyam weşand. Peyama koordînasyonê bi vî rengî ye:“Têkoşîna me ya azadiya jinê bi têkoşîna mezin, ked û şerê Sakine Cansiz (Sara) û peyrewên wê şêwe girt û mezin bû. Li dijî cîhana serweriya mêr, bi cîhan û zîhniyeta jinê hêza avakirina azadiyê derket holê. Ev meşa jinê ya bi heybet îro li Kurdistanê gihaye herîkîna xwe ya gerdûnî. Heqîqetên ku bi têkoşîna jinê derketin holê, azadiya jinê kirine esasa jiyana azad. Li ser vê bingehê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tevahî jin, hevrêyên me yên ku li zindanan, li mewziyên berxwedanê û li hemû qadan bêyî navber têdikoşin, gelê me û dostên me pîroz be.

Manîfestoya Aştî û civaka demokratîk

Em bi diyariya MANÎFESTOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK a Rêber Apo ya ji bo jinên Kurd û gelan, dikevin biharekî din. Nameya Rêber Apo ku ji PAJK’ê re nivîsadibû û têde diyarkiribû ku di avakirina vê pêvajoya nû de serkeftin girêdayî jinan e, gihiştibû destê me. Rêbertiya me ku got, “Pêvajoya komunalîst a demoktîk, rewşa nûjen a civakîbûna dayik-jin e” diyar dike ku heta çanda destdirêjiyê ku li civaka dêxwaz hatiye ferzkirin, neyê derbaskirin heqîqet di qadên felsefe, zanist, etîk, estetîk û dîn de bi her aliyê xwe ve xuya nebe. Destnîşan kiriye ku heta ku di serdema nû de çanda serweriya mêr ku di kûrahiya civakê de veşartiye, neyê hilweşandin sosyalîzm wê negihije serkeftinê. Destnîşan kir ku di bingeha biserneketibûna soosyalîzma reel de ne pirsgirêkên dewlet, netewe û demokrasiyê, di esasê de koletiya jinê ya ku wekî çandekî tê jiyankirin heye. Û şertê bingehîn a sosyalîzmê bi pêşketina nêzîkatiyekî programkirî ya di têkiliyên jin û mêr de girêdaye. Îşaret pê kiriye ku mêrekî ku nizanibe bi jinan re çawa biaxive nikare bibe sosyalîst û pîvanek diyar kiriye. Dibêje, her ku jin ji çanda koletiyê ya ku di hişê wê de hatiye bicihkirin dûr dikeve, mirina ji birçîna weke qederê li ser eniya wan hatiye nivîsandin, dijderketina li hemberî vê qederê mezinahiya kesayeta me ya azad îfade kir. Diyar kiriye ku jin afirînerê çand û civakê ye û ji ber vê yekê pîrozî û xwedayîtî aîdê jinê ye. Vê nêzîkatiya Rêber Apo ku hêz û kelecan di me hemûyan de çêdike ku diyar dike rastiya jiyana azad a bi jina ku tu car dev ji nirxê xwe yê bandorker bernedaye, rêgeza bingehîn a jiyanê ye ku wî li ser lingan digre.

Divê Rêber APO bi fizîkî azad bibe

Mîmarê teorîk û pratîk a tevgera jinên Kurdistanê Rêber Apo ye. Rêbertî di her 8’ê Adarê de wateyek nû daye, qonaxekî nû daye şoreşa me ya jinê. 8’ê Adara îsal jî bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk tê tacîdarkirin. Di erdnîgariya Kurdistanê de hesreta aştî û jiyana azad mayînde bûye. Bi hezaran jinên ku ji bo ev hesret pêk were têdikoşin, bi xeyala demokrasî û sosyalîzmê berdêlên mezin dane û azadiya jinê di sedsala 21’an de kirine bingeha şoreşa civakî. Azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ku tevahiya emrê xwe ji bo azadiya jin û civakê feda kir, şertê bingehîn a pêşxistina aştî û jiyana hevpar e. Divê pergala esaretê ya 26 salî êdî bi dawî bibe. Serkeftina vê pêvajoya nû ku bi banga Rêbertiya me destpê kir,  bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi şert û mercên wî yên derfetê rêvebirina pêvajoyê re pêkan bibe. Divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe, ji bo aştî û demokrasiyê divê derfetên xebata çalak bi dest bixe.

Em ê pêşengê pêvajoyê bin

Me jinan, di her pêvajoya têkoşînê de rola pêşengiyê lîstin û pêşengî ji veguherînên civakî re kirin. Niha jî di serkeftina serdema nû de ku wekî paradîgmaya jiyana azad şêwe girt, têkoşîn, hewldan û keda me wê diyarker be. Daneheva ev qas salan, hêza cewherî, îradeya cewherî û hişmendî di wê hêzê de ye ku civakê veguherîne û pergalê biguherîne. Di vê mijarê de em ji xwe bawer in. Ciwan pêşengê vê pêvajoyê û hêza bingehîn a afirandina pêşerojê ne. Em dizanin û bawer dikin ku ciwan bi hêza ku ji Rêber Apo girtin, di têkoşîna serdema nû de bi beşdarbûna herî çalak û afirîner rol bilîze. Dayikên me yên şehîd û gerîlayan berdêlên mezin dan û nirxên mezin afirandin. Bûn yên ku herî xurt kampanyaya azadiya Rêbertî birêve dibin. Dayikên me xwedî li pêvajoya ku Rêbertiya me anî ser ziman derkevin, birêxistin bibin û pêşengî bikin wê serkeftinê bînin.

Em bang li hemû jinên Tirkiyeyê ku demokrasî û aştiyê dixwazin dikin ku di vê pêvajoyê de rol bilîzin û ji bo aştî û demokrasiyê berpirsyarî bigrin. Dîsa hevrê û dostên me yên enternasyonalîst hêzekî mezin dan têkoşîna azadiya jinê ya Kurd, her tim li gel me cih girtin. Di gerdûnîkirina paradîgmaya demokratîk-ekolojîîk û azadîxwaziya jinê de rol lîstin. Cîhana azad-sosyalîst wê bi pêşengiya jinê pêş bikeve. Di vê pêvajoyê de em bang li hemû dostên xwe dikin ku li ser bingeha dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî hevpar birêxistin bibin û têkoşîna jiyana azad bi hev re birêve bibin. Li ser vê bingehê 8’ê Adarekî nû bi ronahiya biharê, hêviya serdema aştî û civaka demokratîk û hêza têkoşînê pêşwazî dikin. Em bi baweriya hevdîtina azad a bi Rêbertiyê  re hemû jin û gelê xwe silav dikin. Carekî din 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li her kesî pîroz dikin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.