Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li ser çalakiyên sala 2023'an ên milîsên HBDH û Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBHD) daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku milîsên wan di nava sala 2023'an de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 160 çalakî lidar xistine. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sala 2023'an bû saleke biryardariya li ser şerê li dijî faşîzmê û têkildarî sala 2024'an hate gotin:"Sala 2024'an wê bibe ew sal ku dirûşma 'hilweşîna faşîzmê û serxistina azadiyê' ya têkoşîna şoreşa yekbûyî li her derê bilind bibe. Em ê îsal jî hesab bipirsin, şer bikin û bi ser bikevin'." Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkoşîna wan a li kampusan, febrîqeyan, kolanan wê di sala 2024'an de hîn mezin bibe û hate gotin:"Desthilatdariya faşîst wê li her derê yekî ji me bibîne. Li ber me bigerin jî em ê êşên ku bi gelê me dane kişandin bînin bîra wan! 2024 wê ji bo desthilatdariya faşîst bibe saleke ji tirsê, ji bo gelê me jî bibe saleke ji hêviyê."
NAVENDA NÛÇEYAN