Em ê hesab bipirsin

Çarşem 19 Tîrmeh 2023 - 13:43

Nobeda Azadiyê ya ku ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şikandina tecrîda mutleq a li ser wî dewam dike. Di hefteya 578’an de Mustafa Demîr, Serhat Gumuş û Mîro Şeyhmus Bîlen ên ji taxa Evry a Parîsê nobet dewr girtin.

Mustafa Demîr, têkildarî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ku ev zêdeyî 2 sal in agahî jê nayê girtin ev tişt got:“Rêberê me Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve di bin tecrîda mutleq de ye. Ev zêdetirî du salan e didome. Ev yek di qanûnên dewleta Tirk de jî nîne. Li gel vê jî tecrîda li dijî mirovahiyê pêk tîne. Em ji vir bang dikin; dema mijar dibe Kurd û Kurdistan, çima Yekîtiya Ewropa û parêzvanên mafên mirovan bêdeng in? Em gelê 45 milyonî ne û li ser Rêberê me êşkenceyên giran hene. Heta ku ev tecrîd neyê şikandin û Rêberê gelê me azad nebe em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin. Em zarokên Rojê her tim li vir in û em ê hesabê vê zilmê bipirsin û Rêberê xwe azad bikin.”

Serhat Gumuş jî diyar kir ku li ser Rêbertî di salên dawî de zilmeke mezin tê kirin û got: “Ji ber vê yekê divê em dakevin qadan, çalakiyan bikin. Divê em Rêbertiya xwe azad bikin. Em di salvegera Lozanê de ne; werin em li çar parçeyên Kurdistanê, li Ewropayê bibin yek û ji bo sed salên din jî bindest nebin, rêxistina xwe geş bikin. Ez bawer im ku em ê Rêbertiya xwe azad bikin. Em li vir in, em dixwazin hûn jî tevlî Nobeda Rêbertiyê bibin."

ANF/STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.