Em ê hesab bipirsin
În 29 Tîrmeh 2022 - 21:33
- Kendal Çiya: Me çawa hesab ji DAIŞ’ê pirsî, em ê hesab ji dewleta Tirk û xiyanetkaran jî bipirsin. Me ev soz daye şehîd û gelê xwe.
ZERDEŞT TOLHILDAN / ANF/ŞENGAL
Endamê Fermandariya Akademiyên Şehîd Mam Zekî Kendal Çiya bi boneya salvegera dagirkerî û qirkirina li dijî civaka Êzîdî ya bi destê çeteyên DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an axivî.
Kendal Çiya got, 8 salan dewleta Tirk di êrişên xwe yên qirkirinê de israr kiriye.
Kendal Çiya got, li Kurdistan û Êzîdxanê şer û berxwedaneke mezin heye: “Gelê Kurd êdî ne wekî berê ye, gelê me xwe bi rêxistin kiriye. Gelê me dizane dewletên ku piştgiriyê didin dewleta Tirk armanca wan çi ye û dizane kîjan dewlet li pişt van qetlîaman e.”
Kendal Çiya got, dewleta Tirk piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ’ê û bi bîr xist ku sala 2014’an dema ku DAIŞ’ê Mûsûl dagir kir jî tiştek bi peywirdarên dewleta Tirk ên li konsolosxaneya Mûsilê nehat. Wî wekî din got, “Heta niha 3 rêveberên payebilind ên DAÎŞ’ê hatin kuştin û her sê jî li herêmên di bin dagirkerî û kontrola dewleta Tirk de bûn. Ev jî diyar dike ka têkilî çiqasî kûr e.”
Şengalî bêhtir bi rêxistin in
Kendal Çiya got, PDK’ê Şengal neparast û reviya û ji ber vê, divê xwe cidî rexne bike. Wî got, PDK´ê hem xwe rexne nekiriye û hem jî xiyaneta li dijî Şengalê dewam kiriye: “Piştî fermanê êdî gelê me baweriya xwe bi ti hêza din nayîne. Hêzên PDK’ê fîşekek jî neteqandin û reviyan. Gelê me bi saya tecrûbeyên xwe û bi saya piştgiriya Tevgera Azadiya Kurdan, hêzên xwe yên xweparastinê ava kirin û xwebirêxistinkirina xwe geş kir. Di vê çarçoveyê de hêzên YBŞ û YJŞ’ê ava kirin û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê îlan kir. Gelê me rêxistinbûna xwe mezin û xurt kir. Gelê me hay ji siyaset û tifaqên qirêj jî heye. Ji ber vê, xwedî li hêzên xwe derdikeve û piştgiriyê dide hêzên xwe.”
Berxwedana me Peymana 9´ê Cotmehê pûç kir
Kendal Çiya got, PDK’ê fêm kiriye ku wê nikaribe rêxistinbûna gelê me parçe bike û ji ber vê bi teşwîqa rêveberiya Kazimî, nûnerên YE û DYE´yê di 9’ê Cotmeha 2020’an de peymaneke qirêj îmze kiriye: “Ev tişt ji bo birina serî ya fermana di 3’ê Tebaxa 2014’an de bû. Xwestin gelê me di bin dagirkeriyê de tesfiye bikin. Li ser vî esasî pêşengên gelê me kirin hedef. Bi dehan hevalên me yên wekî Mam Zekî, Seîd Hesen Seîd, Dijwar Feqîr, Heval Zerdeşt û Heval Azad hatin qetilkirin. Qetlîama Skêniyê hate kirin. Rêveberiya Kazimî nerazîbûn nîşan neda. Bi fermana Kazimî di 17’ê Nîsanê de artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir. Di vê êrişê de xwestin YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê parçe bikin û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê tesfiye bikin. Bi berxwedana YBŞ, YJŞ û hêzên me yên Asayîşê ev êriş hate pûçkirin. Gelê Iraqê û hinek fraksiyonan jî piştgirî neda vê êrişê.”
Kendal Çiya got, dewleta Tirk û hêzên qetlîamxwaz wê bi keysbaziyê êrişên xwe dewam bikin: “Di vê pêvajoyê de pêdiviya gelê Iraqê bi yekîtî û wekheviyê heye. Ev salek e li Iraqê hilbijartin hatiye kirin, lê hikûmeta nû nehate avakirin. Ev krîz û kaos rê li ber êrişên dagirker vedike. Divê Iraq pirsgirêkên xwe çareser bike û dawî li krîzê bîne.
Divê vê jî bi rêbazên demokratîk û bi dayîna mafên gelan pêk bîne. Heke wisa li ser pirsgirêkan nesekinin wê pirsgirêk kûr bibe. Dewleta Tirk hêzeke dagirker e. Heke em pirsgirêkên xwe çareser nekin, ew ê qetlîamên wekî Skeniyê, Sinûnê û Perexê bike.”
Divê dagirkerî bi dawî bibe
Kendal Çiya di dawiyê de got, dewleta Tirk dewleteke dagirker e û divê ji Iraqê were derxistin: “Em zarokên civaka Êzîdî, hêzên YBŞ û YJŞ’ê em ê li hemberî qetlîaman bêdeng nemînin û fermana di 3’ê Tebaxa 2014’an de jî tê de, em ê hesabê hemû qetlîamên li dijî gelê xwe bipirsin. Me çawa hesab ji DAIŞ’ê pirsî, em ê hesab ji dewleta Tirk û xiyanetkaran jî bipirsin. Me ev soz daye şehîd û gelê xwe.”