Em ê govenda azadiyê bikin kabûsa wan

În 6 Îlon 2024 - 01:35

Girtiyan ciwanan a ji ber ku govend girtine ji alî ciwanan ve hate şermezarkirin. Di çalakiya şermezarkirinê de hate gotin wan mîrataya xwe ji Mazlûm Dogan girtine, saziyên dagirkeriya Tirk wê nikaribin govenda wan a azadiyê darizînin û ew ê têkoşîna xwe ya rûmetê bidomînin.

Girtina 12 ciwanên ku ji ber ku 1’ê Îlonê Roja Aştiyêya Cîhanê govend girtibûn ji alî Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û rêxistinên ciwanan ve li ber pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Kadikoyê ya Stenbolê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de ku nûnerên saziyên civakî û yên partiyên siyasî jî hazir bûn pankarta bi nivîsa,’’ Em ne dev ji govendên xwe ne jî dev ji azadiya xwe bernadin” hate vekirin.

Di çalakiyê de Berdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Marmarayê Vîldan Dogan axivî û got: “Girtin û zext bi tu awayî nikarin bi ciwan û gelê Kurd gavan bi paş ve bide avêtin.”

Em ê têkoşînê bidomînin

Piştî Dogan Hevserokê DEM Partî yê Stenbolê Murat Kalmaz axivî. Kalmaz diyar kir Kurd ji mêj ve ye dijî polîtîkayên îmha û zextê yên dagirkeriya Tirk têdikoşin û got wan mîrateya berxwedanê ji Mazlûman girtiye ku li zindanên di nav şertên herî giran de li ber xwe dane. Kalmaz got,’’Hûn her roj ciwanan ji ber gerandina govendê digirin. Ev bêhiqûqî û bêexlaqî ye. Em dibêjin êdî bes e. Em ê gav paş de neavêjin. Em yek kes jî bimînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.’’

Têkoşîna me ya rûmetê ye

Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Eda Talafat jî anî ziman ew ê li dijî hemû zextên desthilatdariyê li qadan bin, govendên xwe bigerînin û dirûşmeyên xwe berz bikin. Eda Talafat, wiha got: “Em ê govendên xwe bikin kabûsa kesên ji azadiya me ditirsin. Divê hêz û dadgehên faşîzmê xweş zanibin têkoşîna me ya Kurdistana azad û sosyalîzmê ku yekane rêya aştiya bi rûmet e, nabe li saziyên faşîzmê bê darizandin. Em ê ji zindanan heta kolanan, ji meşan heta govendan vê rastiyê bibêjin”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.