Em ê fikrên Ocalan belav bikin
În 24 Çile 2025 - 03:25
Her ku diçe li seranserê cîhanê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hîn bêhtir tê famkirin û belavkirin, li ser vê yekê jî xebat û çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her diçe zêde û berfireh dibin. Beşeke ji rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên Iraqê bi daxuyaniyekê însiyatîfek ji bo azadiya Rêber Apo ragihandin û wiha hate gotin:“Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo azadî û biratiya gelên li Rojhilata Navîn têkoşîn dike. Her wiha ji bo mafên jinan têkoşîn dike. Me jî ji bo azadiya Rêber Ocalan pêngavek ragihandiye. Bi rêya çalakiyên çandî û fikrî ji bo pênasekirin û belavkirina fikrê Ocalan xebatê didin meşandin û daxwaza azadiya fîzîkî ya wî dikin. Ocalan ji bo doza rewa ya gelê xwe berdêlên mezin da û ji bo mirovahiyê ku doza azadî û rizgariya ji lepên neheqî û zilmê ye gelek qurbanî da. Lê prensîbên xwe û pêşengiya Tevgera Azadiyê nekiriye qurban, her tim ji bo serkeftinê têdikoşe. 26 salin di zindaneke nemirovane de tê ragirtin. Demeke dirêj ji cihanê, gelê xwe û gelên Rojhilata Navîn dûr ketiye û zêdetirî 30 salin ji bo azadiyê têdikoşe. Fikrên Abdullah Ocalan bi têkoşîna alîgir û kadroyên wî yên di nava gelê xwe û gelên azad ên cîhanê de, êdî li qada herêmî û navneteweyî deng vedaye û rêgirî li dagirkeran dike. Heta yên ku ew girtin jî niha bi wî re danûstandinan dikin. Ango çima em yên ku daxwaza azadiyê dikin, parastina wî nekin. Em komek rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên ku parastina azadî û wekheviya civakê dikin, ‘Însiyatîfa Iraqê ya ji bo Azadiya Ocalan’ radigîhin ku wê ji bo nasandin û belavkirina fikrê Ocalan xebat bimeşîne. Dem dema wê ye ku hemû cîhan bi vî ramanwerê xwedî wijdan, serokê siyasî û girtiyê ku ji azadiyê hez dike û ji bo wê têkoşîn dike, weke mafekî pîroz ê hemû gelan, di hemû civakan de bi azadî û demokrasiya xwe bawer bû, bibin yek”
ROJNEWS