Em ê êrîşên ser Kurdî bişkînin

Şemî 5 Cotmeh 2024 - 02:05

Dijî êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî yên bi çarçoweya polîtîkaya qirkirinê ji alî dewleta Tirk ve ên bi rêveberiya AKP-MHP’ê helwesta nerazîbûnê didome. Rêveberê Navenda Çandê ya Lêkolîn û Ziman a Arsîsayê ku li Wanê karê li ser zimanê Kurdî dike û yek ji mamosteyan Şevket Acar anî ziman ji avabûna komara Tirk û vir ve êrîş li ser çand û zimanê Kurdî hene û got ew ê li zimanê xwe xwedî derkevin, êrîşên li ser Kurdî bişkînin.

Acar destnîşan kir êrîşên li ser ziman û çanda Kurdî van demên dawî zêde bûne û diyar kir êrîşên bi çavnebarî yên li ser ziman û çanda Kurdî ji avabûna komara Tirk û vir ve weke polîtîkayeke dewletê li kar e û got ji van êrîşan armanc ew e ku zimanê Kurdî were asîmîlekirin.

Acar got,’’Şaredarî tabelayeke bi Kurdî dadiliqînin, êrîşê dibin ser, êrîşê dibin ser konserên Kurdî. Ji ber ku naxwazin Kurdî di nava jiyanê de bê bikaranîn. Em van polîtîkayan şermezar dikin."

Nikarin Kurdî tine bikin

Acar êrîşa li ser sazî û dezgehên zimanê Kurd yên li Amedê, ku encamê de 29 mamoste û xebatkarên Kurdî hatibûn binçavkirin bi bîr xist û anî zimên dewleta Tirk naxwaze ku Kurd li ser zimanê xwe xebitin. Acar bi domdarî anî zimên Kurdî yek ji zimanê dewlemend ê cîhanê ye û çi jî bikin wê nikaribin zimanê Kurdî tine bikin.

Em ê bersivê bidin êrîşan

Acar herî dawî got:’’Banga me ew e ku dest ji van polîtîkayan berdin. Bila belasebep hewl nedin, em ê ti carî dest ji zimanê xwe bernedin û amade ne di vê oxirê de her tiştî bikin. Zimanê Kurdî emanetê Melayê Cizîrî, Ehmedî Xanî û Mîr Celalettîn e. Em xwedî li vî emanetî derkevin, zimanê xwe her roj hîn bêhtir bi pêş ve bibin. Bi vî rengî em ê bersivê bidin van polîtîkayên qirêj. Em ê van polîtîkayên li dijî sazî û mamosteyên ziman têk bibin."

ANF/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.