Em ê dijmin ji wir biavêjin

Şemî 25 Mijdar 2023 - 00:15

Di 20'ê Mijdarê de li Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ji sê baskan ve operasyoneke şoreşgerî ya gerîla hate lidarxistin. Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di encama vê operasyonê de 49 dagirker hatin cezakirin. Yek ji baskên vê operasyonê jî li ser Girê Şehîd Pîrdogan bû. Gerîla TV dîmenê koma êrîşê ya Girê Şehîd Pîrdogan weşand. Gerîlayan peyameke bi vî rengî dan:"Ji bo têkbirina dagirkeriyê, ev demeke em di nava amadekariyên pêngaveke tolhildanê ya hevalên şehîd û ji bo paqijkirina girên hatine dagirkirin de ne. Amadekarî hatine kêliyên dawiyê. Heval bi coşeke mezin û bi hêrseke tolhildanê wê ber bi pratîkeke berfireh ve biherikin. Em ê bi rê bikevin, ber bi qada Girê Amediyê, Girê Şehîd Pîrdogan biçin. Dagirker niha bi kepçeyan hewl dide dagirkeriya xwe mayinde bike û li ser hevalên li wê derê zexteke psîkolojîk bike. Ji bo em dijmin bisekinînin û ji wir biavêjin çi ji destê me bê, em ê heta dawiyê pêk bînin. Em ê bêteredût bi ser dijmin ve biçin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.