Em ê dengê xwe bidin bihîstin
Yekşem 29 Gulan 2022 - 21:45
- Komeke ji 40 kesan ku di navê de 10 înternayonalîst hebûn, beriya meş dest pê bike, daxuyaniyek da.
DENIZ BABÎR / DORTMUND
Ciwanên Kurd bi rêxistina Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) ji bo êrişên dagirkeriyê û qirkirinê yên dewleta Tirk rûreş bikin, meşeke dirêj ji bajarê Elmanyayê Dortmundê dan destpêkirin.
Komeke ji 40 kesan ku di navê de 10 înternayonalîst hebûn, beriya meş dest pê bike, daxuyaniyek da. Wan da zanîn ku ji bo protestokirina bêdengiya navneteweyî ya beramberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û her wiha îfadekirina nerazîbûna ji bêndengiya raya giştî ew vê meşê organîze dikin. Ciwanan bal bire ser tecrîdkirina şidandî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û sîstema tecrîdê ya Îmraliyê jî û got, “Heta rêberê me azad bibe, heta ev şer bi dawî bibe em ê li meydanan bin”.
Di dema meşê de ciwanan sloganên “Bijî piştgiriya înternasyonalîst”, “Erdoganê terorîst” gotin. Meşa ciwanan wê 4 rojan dewam bike û çarşemê bigihîjin paytexta eyaleta NRW´ê Dusseldorfê.