Em ê bikarin vegerin warên xwe
Pêncşem 24 Tîrmeh 2025 - 03:35
Di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo de, di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Casene ya gundê Surdaş a navçeya Dukan a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, bi merasîmekê ku Hevseroka KCK’ê Besê Hozat jî di nav de bû, Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 gerîlayan pêk dihat, çekên xwe şewitandin û niyeta xwe ya ji bo çareseriya aştiyane nîşanî hemû gelan û cîhanê dan. Di derbarê giringiya pêvajoyê de, şêniyên bajaroka Dêrelok a ser bi navçeya Amêdiyê ji axivîn. Faxir Mesîha da diyarkirin ku wê xebata siyasî cihê xebata çekdarî bigre û got:“Em dizanin ku dema aştî çêbû, em ê jî bikarin bi rehetî vegerin ser gundên xwe. Em dixwazin ku şer raweste, ji ber ku ti sud di şer de nîne. Niha dema aştî û pênûsê ye. Pêwîste em Kurd li parlementoyê li beramberî dijmin rawestin û ne bi çekê. Baxê min yê qehweyê heye, hêvîdarim ku rojekê bikarim berhemên xwe biçinim û bînim bazarê bifiroşim.” Pêşwaz Ferîq jî keyfxweşiya xwe ji destpêkirina pêvajoyê re anî ziman û got:“Danûstandinên PKK’ê û Tirkiye başe, her çar beşên Kurdistanê bi vê yekê keyfxweş in. Wek xelkê navçeya Amêdiyê niha em kes newêrin biçin ser gund û baxên xwe. Em bi vê pêvajoyê keyfxweş in, ji ber ku emê jî bikarin bi rehetî vegerin ser gundên xwe.”
Bajarokê Dêrelokê ser bi navçeya Amêdî ya girêdayî Dihokê ye. Bi salane herî zêde xelkê vê deverê ji êrişên artêşa Tirk bandor bûne. Ji ber êrişên artêşa Tirk bi dehan gundên deverê vale bûne, ziyan bi kerta çandinî, lawirvanî û jîngeha deverê gihaye. Tevî vê çendê jî artêşa Tirk rê nade xelkê deverê vegerin ser cih û warên xwe û berhemên xwe yên çandiniyê berhev bikin.
ROJNEWS/AMÊDÎ