Em ê bibin dengê jinên Başûr
Pêncşem 9 Çile 2025 - 02:55
Rojnamegerên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê yên di televîzyona Ronahî de dixebitin, zextên Hikumeta Herêma Kurdistanê yên li ser destkeftiyên jinan şermezar kirin û gotin ku di kîjan şert û mercê de bila bibe ew ê dengê jinan bidin bihîstin. Rojnameger Leyla Qasim got:’’Ev helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê, êrişeke mezin e li ser reng, rastî û destkeftiyên jinan ku bi saya têkoşînê çêbûne. Li Herêma Kurdistanê, li dijî jinan, zext, qetilkirin û saziyên ku rojnamegerên jin lê dixebitin, bi zanîn tên hedefgirtin û ev yek ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve bi destê hikumeta Herêmê, tên kirin. Hêzên desthilatdar hewl didin pêşî li destkeftiyan bigrin û civakê ji bo xwe bikin kole. Gelê Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jinên Başûrê Kurdistanê divê li dijî van polîtîkayên qirêj bi têkoşîneke zanatir helwest nîşan bidin dest bi çalakiyan bikin."
Şoreşa Rojava mînak e
Leyla Qasim, da zanîn ku bi hedefgirtina saziyên jinan, zirar gihîştiye xebatên ji bo yekitiya neteweyî û got:“Di rastiyê de ev êriş di şexsê jinan de helwesta dijberiya yekitiya neteweyî nîşan dide. Rêber Apo gotibû; 'Ruhê Kurdan ê yekitiya neteweyî wê bi pêşengiya jinan çêbibe.’ Me vê yekê di Şoreşa Rojava de dît û em bi xwe vê yekê jiyan. Jin bi Şoreşa Rojava re, li her derê, bi keda xwe, îradeya xwe, fikir û rengê xwe tevli xebatan bûn û şoreşê bi ruh û beden kirin.’’ Leyla Qasim bi bîr xist ku biryara zext û girtinê, di wexteke ku êrîşên mezin li ser destkeftiyên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê çêdibin de ketiye meriyetê.
Ji bo jinên Başûr hêvî ye
Rojnameger Nurhan Hisên jî bal kişand ku saziyên jinan bi zanîn hatine hedefgirtin û wiha got: “Şoreşa Rojava çawa ku ji bo hemû cîhanê bû îlham, ji bo gelê Başûrê Kurdistanê û jinan jî bûye îlham. Destekeftî û rengê vê şoreşê, sîrayetî gelê Başûrê Kurdistanê jî kiriye. Li Başûrê Kurdistanê endama Akademiya Jineolojiyê rojnameger Nagihan Akarsel, Hêro Bahadîn û Gulistan Tara ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jî bi heman rengî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin. Rêveberiyên Iraqê û Başûrê Kurdistanê, hewl didin destkeftiyên jinan tune bikin û di her warê jiyanê de jinan bêdeng bikin. Jinên li Başûrê Kurdistanê bi xebatên ku dimeşînin bi îradeya xwe hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Li dijî zext û êrîşên li ser jinan, em ê tu carî dest ji ragihandina lêgerîna rastiyê û gotinên jinan ên bi hêvî bernedin û têkoşîna xwe bidomînin.”
NÛJINHA/NÛCAN ARAS