Malbatên rojnamevan û çalakvanên Behdînê li bendê ne ku Dadgeha Temyîzê biryara Dadgeha Hewlêrê ya ku şeş sal ceza li zarokên wan birîbû, betal bike. Birayê Şivan Seîd yê girtî, Ayhan Seîd diyar kir ku ger biryar neyê betal kirin, ew ê serî li Dadgeha Federal a Iraqê bidin.

16’ê Sibatê li Dadgeha Hewlêrê 5 çalakvan û rojnamevanên Behdînanê Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Mamoste Şivan Seîd û Eyad Kerîm li her yekê 6 sal ceza birî û hatibûn girtin.

Der barê îdîayên ku dibêjin kesên hatine girtin ‘sîxûrtî’ kirine, Ayhan Seîd got; “Kesên wisan dibêjin, welat firotine heta xelk sîxûrî jê re bike. Wan Behdînan xistine navenda MÎT û artêşa Tirk. Ew bi xwe her tiştî didin. Bi cezakirina van rojnamevan û çalakvanan dixwazin xelkê Behdînanê bitirsînin.”

Komîteya Rêveber a Navenda PENa Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku divê rojnameger û aktivîstên Behdînanê yên hatine girtin li gorî yasaya hejmara 35’an ya karê rojnamegeriyê werin dadgehkirin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ