• Gerîla Sara Ronahî diyar kir ku li dijî her şêwe êrişên dewleta Tirk wê Heftanînê biparêzin.

Gerîla Sara Ronahî diyar kir ku li dijî her şêwe êrişên dewleta Tirk wê Heftanînê biparêzin û got, "Berdêla xwe çi dibe bila bibe di vî şerî de em ê bi ser bikevin."
Li Heftanînê ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk lê tên kirin, berxwedana gerîla dewam dike. Yek ji gerîlayên ku di nava berxwedana Heftanînê de ye, Sara Ronahî ye. Sara Ronahî ku demeke dirêj e li qada Heftanînê ye, êrişên dewleta Tirk û berxwedana gerîla ya li dijî van êrişan şirove kir. Sara Ronahî got, “Êrîşên par li ser Heftanînê dest pê kir, êrîşên hovane ne. Par dewleta Tirk nikarî li eraziyê serdest bibe. Ji ber ku dewleta Tirk nediwêrî bi nava kûrahiya Heftanînê dakeve. Girek digirtin û disekinîn. Cerdevan û kontra jî cihê xwe digirtin. Lê piştî çalakiyên gerîlla, vedigeriyan. Ji ber wê ne berfireh bû. Îsal jî êrişeke hewayî ya berfireh hat kirin. Her saet lêdidan û leşkerên xwe datanîn. Piştra cerdevan dadiketin hinek jêrtir. Ango di vê operasyonê de şerekî rû bi rû nehat kirin. Bi giştî operasyoneke hewayî bû. Dewleta Tirk bi me re şerekî giran nemeşand. Bi hêza hewayî şer kir lê dîsa nikarîbûn gerîlayan vegerînin.
Dema balefir û kobra dihatin lêdidan, hevalan bi awayekî qehremanî li hember wan şer dikirin û dewleta Tirk nikarîbû leşkerên xwe daxîne. Rêveberên dewleta Tirk a dagirker jî çend caran îşaret bi vê yekê kirin. Heya niha jî nikarin bi rehetî leşkerên xwe deynin. Gerîlla li her kêliyekê li dagirkeran didin û nahêlin pêşda werin. Dema dagirker dixwazin pêşde werin, gerîlla çawa firsend dibîne lê dide. Bi rastî encamên heyî hemû bi saya qehremanên şer dikin û şehîd dikevin tên girtin. Sekna jiyanê, hezkirina jiyanê û rihê Apoyî li Heftanînê derdikevê holê. Çawa ew qehreman li Heftanînê li ber xwe da û alaya berxwedanê dewrî me dikin, ji bo em cihê wan bigirin em ê jî li gorî rihê wan hevalan tevbigerin.
Ji bo cenga Heftanîn jixwe slogana me diyar e, ev der Heftanîn e. Dibe dijmin sax derbasî Heftanînê bibe lê wê tu carî sax venegere. Wê mirî vegere. ANF BEHDÎNAN