Em ê bi hêza şehîdan bi ser kevin
Şemî 5 Tîrmeh 2025 - 03:45
- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta şehîdên doza têkoşîna azadiyê bi bîr anî û got:"Em ê bi hêza ku ji şehîdên xwe digirin, bi hêza ku ji Rêber Apo û têkoşîna xwe ya 52 salan digirin, berxwedana xwe hîn mezintir bikin û teqez bi ser bixînin."
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di hevpeyvîna taybet de ya li Stêrk TV hate weşandin, kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên meha Hezîranê şehîd bûn û kesayetên dîrokî bi bîr anî. Hevpeyvîna bi Sozdar Avesta re hate kirin bi vî rengî ye:
Ez di destpêkê de meha şehîdan û şehîdên me yên pir giranbuha wekî xweda û xwedawendên vê têkoşînê yên şehîd bûne û dîsa di dîroka gelê Kurd de şehadetên bi komî yên bi sêdarê hatine şehîdkirin, kesayetên ewqas mezin anîna li ser ziman û bilêvkirina wan ne hêsan e. Di şexsê Şêx Seîd û hevalên wî yên ku sed sal berê hatin darvekirin bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînim. Dîsa rojek weke îro di sala 1993’yan de 33 rewşenbîr, hunermend, kesayetên navdar, zanyar ên civakê hem Elewî, hem Kurd û hem jî ji gelên Tirkiyeyê li oteleke Sêwasê zindî hatin şewitandin, salvegeran wan e jî. Her wiha em 29’emîn salvegera şehadeta hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) pêşwazî dikin. Bi vê boneyê ez di hizûra şehîdan de soza xwe dibare dikim.
Li ser gelê Kurdistanê bi taybetî jî sedsal e di şexsê Şêx Seîd û hevalên wî de siyaseta qirkirin û îdamê ya înkarê xistin meryetê. Ji wê rojê û vir de komara Tirkiyeyê ji demokrasî, edalet û parastina mafêm mirovan dûr ket. Li ser vê esasê gelê Kurdistanê bi êşên pir mezin re rû bi rû man. Gelek qirkirinên cuda û komkujî hatine jiyîn. Ji bo bersiv ji vê qirkirinê re bêdayîn û dawî lê bê girtin Rêber Apo dest bi Têkoşîna Azadiyê kir. Bi vê minasebetê yê ku herî zêde şehîd nemir kirin û di xeta şehîdan de meşa azadiyê pêşxist û têkoşîn mezin kir, hevrêyê heqîqetê yê hevrêyê şehîd, Rêber Apo silav dikim, hurmet û heskirinên xwe pêşkêş dikim.
Di wê demê de di nav gerîla de, di warê taktîkî de xwe dubarekirin dihat jiyîn. Afirînerî kêm bûbû, pêşxistina taktîkên nû, rêbazên nû, derxistina doktrîna şer, her tim pêşxistina çalakiyên serketin û parastina civakê kêm mabû. Bi taybetî di vê serdemê de xiyanetkar û tesfiyeker derketibûn holê. Rêber Apo çalakiya hevrê Zîlan wekî hewldanekê nirxand. Rêbertiyê wiha got: “Ev çalakî ne yekîneyeke gerîla, ne jî tabûrek dikaribû bike. Ji niha û şûnde jî ti çalakî nikare cihê çalakiya Zîlan bigire, ji ber ku ev çalakiyeke yekem e ku cara yekem hate kirin. Kesî ev çalakî bi wê re nekar. Yên ku ji niha û şûnde çalakiyên bi vî rengî bikin, tenê dikarin bibin şopdarên Zîlan.”
Ji bo hewldanên Rêber Apo yên ji bo bilindkirina Tevgera Jina Azad û bi giştî Tevgera Apoyî ji bo vê astê, di wê serdemê de bersiveke watedar ji Girtîgeha Çanakkaleyê ji hevrê Sema Yuce hat. Hevrê Sema diyar kir ku diviyabû çalakiya ku şehîd Zîlan kiriye, beriya wê me bikira. Hevrê Sema çalakiya hevrê Zîlan pir baş fam kiribû, li ser wê kûr bûbû û xwe perwerde kiribû. Gihîştibû wê baweriyê ku têkoşîna azadiyê ne hêsan e û gihiştîbû heqîqetekê. Hevrê Sema di zindanê de dibîne hin sextekar dijîn û ferq kir ku li hemberî Rêbertiyê rewşên durû derketine holê. Di wê demê de Mehmet Can Yuce yê ku paşê xiyanet kir û reviya, xwe li zindanê wekî cihê Rêbertiyê didît û teqlîda Rêbertiyê dikir. Hevrê Sema ev yek dît û got: “Rêber Apo ne ev e, têkoşîn û rastiya Rêber Apo ne ev e, li ezmên 2 roj nabin.” Hevrê Sema got ku tenê evînek heye û ew jî rastiya Rêber Apo ye ku di xeta şehîdan de tê jiyîn. Hevrê Sema bi vî rengî bû asteng li ber êrîşên di zindanê de.
Hevrê Fûat qîmetek mezin dida Yekîneyên YJA Star, hevrêyên ciwan û parêzvanên xeta jina azad. Ji bo ku biçe akademiya jinan, perwerde bide, behsa girîngiya têkoşîna azadiya jin û rastiya Rêbertî bike, bi rojan dimeşiya. Timî digot ‘YJA Star qebeya min e (cihê herî pîroz)’. Her tim destnîşan dikir ku divê jin baweriya xwe bi desthilatdariya mêran neynin û digot, ‘Divê jin bawerî bi hêz, zayend û zanîna xwe bînin.’ Hevrê Fûat her meh bi dehan name werdigirtin; piştî şehadeta wî jî, bi mehan nema ji bo wî dihatin. Ji ber ku ew bi rêya nameyan perwerde dida hevrêyên xwe. Hêza xwe ji îdeolojiya rizgariya jinê digirt. Vê seknê qonaxa ku tevgera azadiya jinên Kurdistanê û PKK'ê gihandiyê bi awayekî berbiçav nîşan da.
Şehadeta Heval Helmet jî di meha Hezîranê de pêk hat. Bi vê wesîleyê, ez hemû şehîdên me yên azadiyê û şehîdên Başûr bi hurmetî di kesayetiya hevrê Helmet de bi bîr tînim. Komkujiyên li Bakur, li Başûr jî pêk hatin. Hevrê Helmet kesek bû ku bi xwe Komkujiya Helebçeyê û Enfalê jiyaye û şahidî kiriye. Wî li Başûr jî dîtibû ku pêdivî bi şoreşek rastiyê heye, şoreşek ku tevahiya Kurdistanê bigire nav xwe.
Niha em di pêvajoyeke pir girîng de ne. Yekane tişta ku li pêşiya serketina vê têkoşîna mezin bibe asteng, çênekirina yekîtiya Kurdan e. Eger Kurd nebin yek wê pir mezin têk biçin, vê yekê di sedsala 21’ê de li tevahiya Kurdistanê bingehek mezin çêkir, şoreşek mezin pêk hat û ji bo avakirina yekîtiya demokratîk pir derfet hene. Bû 100 êdî bes e. Divê em li ser esasê banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk aştiya xwe ya navxweyî çêbikin û vê aştiyê ji hemû herêmê û gelan re bikin mal. Hemû şehîdên mîna heval Fuat, heval Helmet li ser vê rêyê jiyana xwe ji dest dane, vê fermanê didin me. Fermana wan çiye? Avakirina yekîtiyê, bi ser xistina têkoşînê, ji bo gelê Kurdistanê avakirina jiyanek azad. Di şexsê heval Helmet de em soz didin hemû şehîdan ku vê pêvajoyê bi ser bixînin.
Rêber Apo bi îrade, zanebûn, felsefeya azadiyê û baweriya ji xwişk-biratiya gelan re ji bo hemû gelan ji van komkujiyan rizgar bike, ji şerên li herêmê rizgar bike ev pêngav da destpêkirin. Lewma em ê bi hêza ku ji şehîdên xwe digirin, bi hêza ku ji Rêber Apo û têkoşîna xwe ya 52 salan digirin, berxwedana xwe hîn mezintir bikin û teqez bi ser bixînin.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN