• Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di civîna Hevserokên Jin ên Bajaran de axivî û got, "Em xwe dispêrin hêza xwe. Jin wê siberojên ronî ava bikin." 

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di civîna Hevserokên Jin ên Bajaran de axivî û got, "Em xwe dispêrin hêza xwe. Jin wê siberojên ronî ava bikin." 

Hevserokên HDP'ê yên Jin ên Bajaran, li navenda giştî ya partiyê ya li Enqereyê civiyan. Di destpêka civînê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî û got, "Em wan hevserokên xwe, siyasetvanên xwe yên jin ên di zindanan de, hevrêyên xwe silav dikin. Ji vê derê em piştgiriya xwe ji wan re radigihînin. Em hezkirin û silavên xwe ji Aysel Tûglûk re dişînin. Rewşa ku ew tê de ne, rewşa girtiyên nexweş rojeva me ya sereke ye. 

Heta girtiyên nexweş azad bibin

Heta ku Aysel Tûglûk û girtiyên din ên nexweş azad bibin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Bêguman têkoşîna me ya jinê wê van polîtîkayên zilmê têk bibe û em ê di siberojên azad de bi hevrêyên xwe re bên cem hev. Di vê rêyê de em ê bi hev re bi ser bikevin."

'Em xwe disipêrin hêza xwe'

Bûldan anî ziman ku civak bi taybetî jî jin di demeke zor û zehmet de ne û got, "Li dijî rejîma zordar a desthilatdariya mêr a yekperest, li dijî nelirêtiyê, li dijî çetebûnê, li dijî xizaniyê, li dijî talankirina çandî û ekolojîk, li hemberî sûcên li dijî jin, ciwan û zarokan me têkoşîneke dîrokî meşand û dimeşînin. Ne karekî hêsan e, haya me jê heye. Lê belê bi vê têkoşîna mafdar û bi rûmet, em ê aştî, edalet û wekheviyê bigihînin vê xakê. Em ê siberojên ronî bi hev re ava bikin."

Bûldan herî dawî got, "Hêza ku em xwe dispêrinê; gelê me ye, jin in, ciwan in. Bawerî û çavkaniya me ya wêrekiyê doza mafdar a gelê me ye, hêza me ye."

MA/ENQERE