- Endamê Konseya Rêveber a PKK´ê Murat Karayilan doh êvarê ji Stêrk TV´yê re daxuyaniyên xwe dewam kirin.
Endamê Konseya Rêveber a PKK´ê Murat Karayilan doh êvarê ji Stêrk TV´yê re daxuyaniyên xwe dewam kirin. Wî got, gerîlatiya serdema nû îsal xwe gihandiye asteke bilind û ew ê xwe bi tecrûbeyên îsal her nû bikin. Karayilan got, ew li meydana şer, û destê wan di bin barî de van gotinan dike û wiha peyivî: "Me niha ew şikandin û ji niha û pê ve em ê wan bêhtir bişikînin. Em ê zora vî dijminî bibin."
Karayilan da zanîn ku wan li dijî sîleha kîmyewî ya dawiyê dewleta Tirk bi kar anî jî êdî rêbazên bi tesîr bi pêş xistine û berxwedana wan dewam dike.
Murat Karayılan di bernameya taybet a Stêrk TV’yê de got, "Weke gerîla tecrûbeyeke me ya 38 salan û weke partî tecrûbeyeke me ya 43 salan heye. Tevî nûbûna tektîk û rêbazên nû yên şer, encamên kes ne li bendê derketin holê. Pêşî berxwedana Garê ya bi pêşengiya Şoreş Bêşebab, piştre bi pêşengiya hevrêyên me Serhat Giravî û Sarya berxwedana Mamreşo, piştî wê berxwedana li ser erdê û di tunelên şer de ya Zendûrayê ya bi pêşengiya Rêber û Hejar, piştre berxwedana Girê Sor a bi pêşengiya hevrê Botan û Zinarîn, û herê dawî jî berxwedana li palên Werxelê ya bi pêşengiya hevrê Cumalî û Çavrê, ne hema welê bûn. Dijmin matmayî ma. Hesabê wî li hev derneket. Ji bo vê jî ji bo ku şerekî navxweyî yê Kurdan bi destpêkirin, xwest PDK´ê bixe dewrê. Xasma berxwedana bi pêşengiya hevalên me Botan Başkale û Zinarîn a 77 rojan xwedî gelek xisûs e ku mirov binirxîne. Tijî ders e. Ev di têkoşîna gerîla û ruhê berxwedanê de astekê îfade dike. Ev dewreke nû ye."
135 rojan berxwedana Werxelê
Karayilan got, berxwedana Werxelê dîrok bi xwe ye: "Heval timî derdiketin derve, li dijmin dixistin, dest datanîn ser sîleh û bi tonan teqemenî û dianîn hundir. Paşê wan ev li dijî dijmin bi kar dianîn. Dijmin gelek şiklên sîlehên kîmyewî bi kar dianîn. Ez behsa tevdîrên me nakim, lê dijmin paşê neçar ji welatekî din sîleheke kîmyewî ya cihê anî û bi kar anî.
Piştî ku ew sîleh bi kar anî, hevrê Cumalî û Çavrê jî di navê de bi giştî 10 heval şehîd bûn. Hevalên mayî gotin, ji me re takviyê bişînin, em dewam bikin. Nexasim erzak û hin pirsgirêkên wan hebûn. Têkiliya me bi hevalan re hebû. Hevalan xwest takviye bike, lê biryargeha wir roja 135´an dest werda û got, ew der bi rola xwe rabû, ji wir vekişin. Bi giştî 135 rojan berxwedanê dewam kir. Me heval kişandin, tevî vê jî dijmin qederê mehekê şerê cihekî vala kir."
Em ê zora dijmin bibin
Karayilan got, di vî şerî de zêde şehîdên wan çênebûne û wiha dewam kir: "Em dikarin zora dijmin bibin. Em ê li herêma Zagros-Behdînan-Botanê zora dijmin bibin. Em hema welê vê nabêjin. Em li meydana şer, û destê me di bin barî de van gotinan dikin. Me niha ew şikandin û ji niha û pê ve em ê wan bêhtir bişikînin. Ev berxwedan ji bo me nû bû. Me fêm kir ka em çi bikin, em ê bi ser bikevin. Mesela rêbaza şehîdkirina heval Cumalî dijmin êdî bi caran bi kar bîne jî, şehîdên me wê çênebin. Me tevdîra wê girt. Niha em dixwazin tecrûbeyên şerê îsal bikin malê hevrêyan hemûyan. Em xwe timî nû dikin. Ez dibêjim, 2 artêşên Tirk jî bên em ê karibin zora wan bibin. Em ew qasî bi xwe bawer in."
BEHDÎNAN