Em ê azadiya Ocalan biqîrin
Şemî 15 Hezîran 2024 - 02:55
DELAL AKYUZ / MA / AMED
Tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, di meha 39'an de ye. Kampanyaya gerdûnî ya ku di 10’ê cotmeha 2023’yan de bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, misogerkirina azadiya wî ya fizîkî û çareseriya pirsgirêka kurd hatibû destpêkirin, bi çalakiyên cur bi cur didome. Di vê çarçoveyê de wê di 25'ê hezîranê de, di 12'emîn salvegera nobeda "Azadî ji Ocalan re" ku li ber Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hatibû destpêkirin, çalakiyeke girseyî bê lidarxistin û wê bang li CPT'yê bê kirin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne. Hevserokê Konfederasyona Civakên Kurdistanê (KON-MED) a Elmanyayê Kerem Gok li ser çalakiyên ku wê li dar bixin axivî.
Gok anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê ne li derveyî polîtîkayên êrişê yên li ser Kurdan e û got:"Polîtîkaya tecrîdê ya Tirkiyeyê ya li dijî birêz Ocalan ne ji rêzê ye. Ev polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk tolhilanîn e. Fikr û paradîgmaya birêz Ocalan wekî tehdîdekê dibînin. Bi tecrîdê dixwazin fikrên birêz Ocalan negihên civakê."
Heta tecrîd hebe têkoşîn jî dewam e
Gok destnîşan kir ku kurd û dostên wan di vê demê de tecrîdê qebûl nakin û got:"Em dixwazin bi ravekirina fikra Ocalan tecrîd rabe. Me di 12'ê Hezîranê de çalakiyên bêîteatiya sivîl pêk anîn. Di 25'ê Hezîranê de çalakiya azadiya Ocalan ku ketiye sala xwe ya 12'an li ber CPT'yê bi awayekî girseyî bidomînin. Em panel, semîner û xebatên civakî yên li Ewropayê li dar dixin, pêwendiya wan bi tecrîdê re datînin. Me bi kesên ku li seranserê cîhanê tên naskirin kampanyaya îmzeyê da destpêkirin. Em kampanyaya 100 hezar kartpostal ku wê ji Îmraliyê re bên şandin didomînin. Heya tecrîd bi dawî nebe wê çalakiyên me bidomin."
Em erkên xwe bicîh bînin
Gok diyar kir ku divê Kurd û dostên wan ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê mezin bikin û got:"Eger em erk û berpirsyariyên xwe bi cih neynin, em ê berpirsyariya xwe li ser milê birêz Ocalan bihêlin. Banga me ya ji bo gelê me û dostên me ev e; di sedsala 21' de statu û mafên zêdetirî 60 mîlyon kurdî nehatiye naskirin. Ev şerm e. Yê ku vê statuyê pêk bîne jî, birêz Ocalan e ku di bin tecrîdeke giran de ye. Ji bo şikandina tecrîdê divê em li her qadê têbikoşin."