‘Em dizanin ka em çi dixwazin’

Nûçeyên Dîaspora

În 6 Tebax 2021 - 02:20

Pirtûka bi navê “Em dizanin ka em çi dixwazin û çi bikin” ku piştî xebata komeke edîtor a femîst a li Rojava ya bi navê ‘’Gemeinsam Kämpfen-Têkoşîna Hevpar’’ derketî, vê mehê li Swîsreyê wê were nasandin.

Çalakiyên nasandinê ji hêla Komîteya Rojava ya Swîsreyê ve tê organîzkerin.

Komîteya Rojava bang kir û got; ‘’Pirtûka ku tevgera jina Kurd ji dîrokî ve vedibêje û balê dikişîne ser referansên wê yên îdeolojîk ji bo nerîneke global a li guherîna civakî giriniya rêxistiniya feminîst destnîşan dike. Bi vê tûra danasandina em dixwazin bi we re li ser pirtûkê biaxivin bersivê bidin pirsên wan, tecrûbeyên xwe yên li ser nivîsîna pirtûkê vebêjin û ew fersend bikeve des me ku hinekî we agahdar bikin.’’

Di navbera 17-22’yê Tebaxê de li Basel, Zûrîh, Luzern, Solothurn û Bernê pirtûk wê were nasandin. 

 ANF/BERN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.