Li bajarê Swîsreyê Baselê, pêr nivîskarên kitêba "Wir wissen was wir wollen - Frauenrevolution in Nord- und Ostsyrien (Em dizanin em çi dixwazin - Şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûrî)" dest bi gera xwe ya danasîna kitêbê ya 6 rojan kir. Wan kitêb doh jî li Zurichê da nasîn.
Ev danasîna bi xwendina ji kitêbê, wê li bajarên Luzern, Bern û Solothurnê jî dewam bike û 22´yê Tebaxê li Festîvala Sakîne Cansiz a li Zurichê bi dawî bibe.
Çalakiya li Baselê li avahiya koemeleya Kurdan pêk hat. pirraniya kesên hazir ciwanên Swîsrî bûn û wan pirsên li ser dewra Abdullah Ocalan di Şoreşa Jinê de kir. Wan her wiha pirsî ka fikrên vê şoreşê li Ewrûpayê çawa dikarin bên tetbîqkirin.
BASEL