Em dikarin dijmin têk bibin

Sêşem 16 Tebax 2022 - 21:15

  • Divê ciwanên Kurd serî hildin, divê ne wekî ku serdemeke normal e, nêzik bibin, divê rola xwe bi cih bînin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan tevlî Bernameya Taybet a Stêrk TV´yê bû. Karayilan got, gerîlayên azadiya Kurdistanê bi ruhê fedaî yê Egîd û Zîlanan bi performansa şer a li ser xeta jina azad, ruhê 14’ê Tîrmehê û 15’ê Tebaxê temsîl dikin, şerekî dîrokî dikin û di hunerê şer de rûpelekî nû ne. Karayilan got;

“Ev rastiyeke eşkere ye. Gelek aliyan diyar dikir ku li hemberî teknolojiya serdemê, li hemberî dewleta Tirk û li hemberî çekên kîmyewî, gerîla wê dev ji qadên xwe berde, qaşo wê Tirkiye karibe gerîlayan bide ber xwe, encamekê bistîne û gerîla wê tesfiye bibe, hinek kesan ji ser vê yekê ji xwe re hinek hesab jî kiribûn. Kesên ev xeyal kiribûn, mirazê wan wê di ber wan de bimîne.”

Karayilan got, serdema wan yeke awarte ye: “Di vê serdemê de divê welatparêz hemû destê xwe bixin binê kevirî, xwe bidin ber barî. Divê fedakariyê bikin. Divê ciwanên Kurd serî hildin, divê ne wekî ku serdemeke normal e, nêzik bibin, divê rola xwe bi cih bînin. Jinên Kurd û jinên azadîxwaz, divê welatparêzên Kurdistanî hemû, di vê serdema giring de, teqez têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin. Em gel bi xwe bawer bin, em li ser bingeha Stratejiya Şerê Gel a Şoreşgerî tevbigerin, em dikarin ji tecrûbeya Efrînê heta ya li Zapê îstîfade bikin û dijmin têk bibin.”

Karayilan got, dewleta Tirk dagirkeriya ji bo du salan dabû ber xwe nekarî temam bike: “Em gel ji xwe bawer bin, em li ser bingeha Stratejiya Şerê Gel a Şoreşgerî tevbigerin, em dikarin îsal bikin salan fînalê.

Em dikarin îsal bikin sala fînalê. Lê ji bo vê jî divê em pêşî bi xwe bawer bin û bi rastî fedakariya pêwîst nîşan bidin. Baweriya me ev e: heger em bi rastî bawer bikin û li ser vê bingehê têkoşîn bikin, teqez em ê bi ser bikevin. Li ser vî esasî em dixwazin sala 39’an a 15’ê Tebaxê bikin saleke mezin, saleke fînalê. Ji bo vê jî em bang li gelê Kurdistanê dikin ku bi xurtî beşdar bibin. Heger wisa bibe meşa azadiyê wê di sala xwe ya 39’an de teqez bi ser bikeve.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.