Em di qonaxa azadiyê de ne

Pêncşem 21 Tebax 2025 - 03:30

DBP, TJA û DEM Partî, di 23’yê Tebaxê de wê bi dirûşma “Ne tecrîd lê azadî bi ser bikeve” li Wanê  mitîngeke mezin li dar bixin. Amedekariyên mitînga ku wê saet di 17.00'ê de li Parka Mûsa Anter were lidarxistin, didomin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, têkildarî girîngiya mitîngê axivî. Zeydan, destnîşan kir ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO, cara yekemîn e li Wanê mitîngê li dar dixin û got:“Banga aştiyê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn hêviyeke mezin geş kir. Rêzdar Ocalan, piştî şerê salên dirêj, rêya jiyaneke ku êdî ciwan nemirin û her kes bikare bi nasname, bawerî û çanda xwe bijî, nîşan dide. Piştî vê banga dîrokî cara yekemîn em ê li Wanê mitîngeke mezin li dar bixin. Ew ê mitîng jî weke bangê dîrokî be. Gelê Wanê her tim berpirsiyariya xwe ya dirokî bi cih aniye. Gelê Wanê, hem ji bo şikandina tecrîda li ser rêzdar Ocalan û hem jî li dijî tundiya li ser hevalên me yên di zindanan têkoşiyaye. Gelê Wanê, li dijî xespa qeyûm a di 10 salên dawî de bersiva herî baş di hilbijartinên 31’ê Adarê de da. Xwedîderketina li vê îradeyê di heman demê de xwedîderketina li çand, ziman, aştî û demokrasiyê ye. Di vê qonaxê de gelê Wanê dê dîsa berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Bi sed hezaran kes wê werin wê qadê û wê xwedî li banga rêzdar Ocalan derkevin. Giyanê têkoşîn û piştevaniya li vir wê roniyê bide aştî û demokrasiya welat. Em ji gelê Wanê bawer in. Di serî de jin û ciwan em bang li her kesê dikin ku bi awayeke xurt li mitîngê xwedî derbikevin.” 

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.