Em dev ji Efrînê bernadin

Pêncşem 30 Çile 2025 - 02:30

Şêniyên Efrînê di 7 salên borî de du caran bi darê zorê koçber bûn, lê biryara wan her vegera li Efrînê ye. Şêniyên Efrînê gotin:"Em dev ji Efrînê bernadin."

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18’ê Adara 2018’an de herêma Efrînê dagir kir. Bi sed hezaran şêniyên resen ên Efrînê ber bi herêmên Şehbayê ve koçber bûn û trajediya koçberiyê di destpêka Kanûna sala borî de dubare bû, bi sed hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê piştî êrişeke din a dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, neçar man ji herêmên Şehba û Til Rifatê ber bi rojhilatê Firatê ve koçber bibin.

Koçberên ji bajarê Efrînê axivîn û diyar kir ku ew her pabendî biryara vegera bajar û gundên xwe yên ku ev 7 sal e di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne.

Fîdan Mistefa der barê mijarê de got: "Veger mafekî rewa ye, ev 7 sal in ku em di koçberiyê de êş û azaran dikişînin û dagirker û çeteyên wî mal û milkên me dixwin. "

Zekiya Mihemed teqezî li ser pêwîstiya parastina nasnameya herêma xwe kir û got: "Dagirker çi qasî hewl bide bi rêya çeteyên xwe guhertinên demografîk pêk bînin jî, Efrîn wê nebe ya tu kesî.”

Em dev ji Efrînê bernadin

Ehmed Xelîl jî baweriya xwe ya vegera nêzîk anî ziman û got: "Baweriya me heye ku vegera Efrînê nêzîk e, ji ber ku Efrîn axa bav û kalên me ye, dergûşa çand û mîrata me ye û cihê jidayikbûna me ye. Em çi qas jê dûr bin jî em ê dev jê bernedin. "

ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.