Em dev ji Efrîn û Şehbayê bernadin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 13 Çile 2024 - 03:45

Bi piştgiriya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehbayê roja yekê ya Festîvala 5ˊan a Mîtan a Şanoyê li navçeya Ehdas a herêma Şehbayê dest pê kir. Duh na pêr jî festîval bi kernevalekê li Kampa Serdemê dest pê kir.

Di çalakiyên duh de nûnerên ji tevahî deste, meclisên herêmê, bi sedan koçberên Efrînê beşdar bûn.

Axaftina destpêkê hevserokê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo kir û lidarxistina festîvalê pîroz kir û got: "Gelê me Şehba kir şanoya berxwedanê û rojeveke dewlenmend. Em ê ruxmî dorpêç û êrişan têkoşînê dewam bikin." Elo wiha domand: "Em dev ji Efrîn û Şehbayê bernadin. Em gelekî aşiqê hunerê ne. Em vê festîvalê li gelê xwe pîroz dikin û bi hêviya vegera li Efrînê ne."

Endama komîteya amadekar a festîvalê Rûmet Dîngilî axivî û got: "Ez bi beşdariya we pirr kêfxweş im, spasiya tevahî desteyên hevkarî kirin, dikim." Çalakiyên roja yekemîn bi pêşkêşkirina sînevîzyonekê li ser çalakiyên festîvalê û stranan dewam kir.

Her wiha şanoyek li ser naverokên tevahî şanoyên ku di rojên festîvalê de werin pêşkêşkirin, hate pêşkêşkirin. Ew ê festîval heta 18’ê meha Çileyê dewam bike û çaverê ye 7 şano werin nîşandan.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.