Em cîhana bê Rêber APO qebûl nakin

Duşem 19 Sibat 2024 - 00:28

Kurd û dostên xwe li welatên weke Îtalya, Avûstûrya, Swîsre, Kanada û Avûstralyayê, bi çalakiyên girseyî, komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan lidarxistin û peyamên azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dan.

MÎLANO: Li ser banga Rete Kurdistan Nord Îtalya, bi dehan sazî, partî, rêxistinên demokratîk, Rete Jin û Navendên Civaka demokratîk beşdarî meşa li bajarê Mîlanê yê Îtalyayê bûn. Çalakger li pêş konsolosxaneya dewleta Tirk bi dirûşmeyên ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aştî’, ‘Faşîst Erdogan’, ’Terorîst Tirkiye’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin û komplo rûreş kirin.

ROMA: Li paytexta Îtalyayê Romayê jî, komplo bi çalakiyeke girseyî hate rûreşkirin. Çalakî ji aliyê Komîteya Ji Ocalan re Azadî, Bûroya Enferomasyonê ya Kurdistanê û Komên Dostaniya Kurdên Îtalyayê ve hate organîze kirin. 

VIYANA: Kurd û dostên xwe li paytexta Avûstûrya Viyanayê jî, bi çalakiyeke girseyî, komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê rûreş kirin û gotin:’’Em cîhaneke bê Rêber APO qebûl nakin. Heta Rêber APO azad nebe, em jî azad nabin.’’

STOCKHOLM: Li paytexta Swêdê Stockholmê û Vesterasê jî, komploya navneteweyî bi çalakiyan hate şermezar kirin. Di çalakiyê de hate gotin:’’Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO niha gelê Kurd li her derê li meydanan e. Ev gel serokê xwe dixwaze. Kêr gihaye hestî.’’

SYDNEY: Li bajarê Sydney ê Avûstralyayê jî bi beşdariya Kurdan û dostên wan çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Di axaftinan de hate gotin:’’Komplo dewam dike. Divê hikûmeta Avûstralyayê piştgiriyê bide banga azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan. Em ji Abdullah Ocalan re azadiyê û ji Kurdistanê re jî statûyê dixwazin.’’ Çalakî bi eleqeyek baş a xelkê Sydneyê hate pêşiwazîkirin. 

TORONTO: Kurd û dostên xwe ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li bajarê Toronto yê Kanadayê jî, li ser piyan bûn. Di çalakiyê de, daxwaza azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin:’’Em ê bi têkoşîna xwe Rêberê xwe û Kurdistanê azad bikin. Heta welatê me û Rêberê me azad nebe, her roj ji bo me roja reş e". Herwiha girtiyên azadiyê yên greva birçîbûnê de ne hatin silavkirin û çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.