Em cenazeyên xwe dixwazin!
În 17 Kanûn 2021 - 22:36
- Çalakiya li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê bi endamên Kongreya Star û Meclîsa Navçeya Til Temirê dewam dike.
Çalakiya li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê bi endamên Kongreya Star û Meclîsa Navçeya Til Temirê dewam dike. Çalakgeran bang li PDK’ê kir û got, “Hûn çi dikin bikin, em ê cenazeyên xwe wergirin.”
Li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê, çalakiya ku ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan, tevî baran û sermayê bi biryardarî dewam dike.
Çalakî kete roja 75’an. Koma Dirbêsiyê doh çalakî radestî koma ji Til Temirê kir, ku dewleta Tirk a dagirker rojane êrişê dibe ser vê deverê.
Koma ji endamên Meclîsa Navçeya Til Temirê û Kongreya Star, ji bo çalakiyê dewr werbigirin çû ber konê çalakiyê û ji aliyê koma Dirbesiyê ve hate pêşwazîkirin.
Bi navê koma ji Til Temirê li ber konê çalakiyê daxuyaniyek hate dayin. Endama Rêveberiya Kongreya Star a Til Temirê Semer Xelîl got, “Em cenazeyên xwe ji wan dixwazin. Lê ew Pêşxabûrê digirin û hewl didin zerarê bidin. Em tenê daxwaza cenazeyên şehîdên xwe dikin. Çi dikin bila bikin em ê serî netewînin û di daxwazên xwe de bi israr bin.”
DÊRIK