Rêvebera Komeleya Lêkolîna Çand, Huner û Zimanê Kurd (DÎSA-DER) Meryem Tuncer a di salên 1990’î de koçî Mersînê kir û Emîne Şaybak ya dengbêjiyê dike ku wek Dayika Sîsê tê zanîn êrişên li hemberî Kurdan û zimanê Kurdî nirxandin.
Meryem Tuncer dibêje, kesên dixwazin ziman û çanda kurd tine bikin wê negihêjin armanca xwe.

Meryem Tuncer
Meryem Tuncer

Meryem dibêje, miletek bi zimanê xwe neaxive, ew milet bi demê re tine dibe û wiha dipeyive: “Li dijî kesên bi rik dixwazin Kurdan tine bikin, divê bi Kurdî mirov biaxavin. Armanca desthilatariyan a surgunkirina Kurdan ev e ku çand û zimanê Kurdî tine bikin. Em Kurd dema koçber bûn, me çand û zimanê xwe jî bi xwe re bir. Zarokên min bi zimanê min neaxivin, wê demê asîmîle bûne. Kurdên ku bi Kurdî naxivin jî, alîkariyê didin pergalê.”
Meryem balê dibe ser êrişa li hember karkerên Kurd li Sakarya û Afyonê û dibêje, “Kezeba me şewitand. Ez bang li karsazên Kurd dikim. Li şûna li Sakarya, li Edenê pereyên xwe razînin, bila li Wan, Amed û Mêrdînê bi pereyê xwe kar bikin. Madem me qebûl nakin, hûn jî li ser axa xwe pereyên xwe bişixulînin, bila kes ji me neçe bajarên din.”

 

Meryem Şaybak
Emine Şaybak


Tenê bi Kurdî

Emîne Şaybak bi navê xwe yê dengbêjiyê Dayika Sîsê jî dibêje, “Tirk, Fars, Ereb her kes bi zimanê xwe diaxive, lê kurd nikarin biaxivin. Em jî dixwazin bi Kurdî biaxivin. Li gelek bajaran ji ber ku Kurd bi zimanê xwe diaxivin êşkence li wan tê kirin, tên qetilkirin. Ger dibistanên Kurdî vebin, zarok wê zimanê xwe biaxivin. Malbat Tirkî fêrî zarokên xwe dikin. Zarok jî Tirkî fêr dibin. Ev tiştekî şaş e. Divê ne wisa be.”
Dayika Sîsê di dawiyê de dibêje, "Divê Gelê Kurd azad be. Jin, zarok û ciwanên me tên qetilkirin. Ev êriş ne tenê li Sakaryayê li her derê pêk tên. Ji ber ziman zilmê li Kurdan dikin. Êriş li dijî ziman zêde bûye, lê ez ê her tim li mala xwe bi zarokên xwe re bi Kurdî diaxivim, li her derê diaxivim." WAN