Em bi Îslam serbilind in

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Sibat 2024 - 00:45

  • Îslam Balikesir ku yek ji pêşengên xebatên çand û hunerî yên li Kurdistanê bû, di sala 2016’an de di jêrzemînên Cizirê de ji hêla dewleta Tirk ve hate qetilkirin. Îslam bi hemû hebûna xwe tevlî xebatên çand û hunerê bûbû û ji dayika xwe re gotibû; “Çi bi serê min were jî ez dev ji xebatên xwe bernadim.” 

Di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina kolanan hate îlankirin. Qedexeya derketina kolanan 79 rojan dewam kir. Di dema van qedexeyan de 177 kes di jêrzemînan de bi giştî 288 kes bi awayekî komî hate qetilkirin. Xebatkarê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Îslam Balikesîr jî yek ji wan kesan bû. Wî di 7’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da. Balikesîr ê di sala 1990’an de li Colemêrgê ji dayik bû, dema di sala 2004’an de kekê wî Omer Balikesîr hate girtin ji bo tevkariyê li aboriya malbatê bike hem xebitî hem jî çû dibistanê. Balikesîr ê di navbera salên 2008 û 2010’an de xebatên siyasî dikir, pişt re ji bo huner, çand û zimanê Kurdî xebatî.

Balikesir, li Colemêrgê li Navenda Çand û Huner a Feqiyê Teyran ku di bin banê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ya di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin û şaredariya ji aliyê Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) dihate rêveberin ve hate avakirin de xebatên girîng kir. Balikesîr ê heta 2016’an li gelemperiyê bajêr û li gelek bajarên Kurdistanê xebatên çandê kir, piştî pêvajoya çareseriyê ji aliyê desthilata AKP’ê ve hate xerakirin, ji bo li dijî polîtîkayên zext û înkarê yên li dijî çand û hunerê xebatan bike derbasî herêma Botanê bû. 

Balikesir, dema xebatên çandê yên li qada Botanê tev li berxwedana xweseriya cewherî ya di sala 2015’an bû. Wî heta kêliya dawî jî dev ji têkoşîna xwe berneda û li ber xwe da. Dayika Balikesîr, Tolîn Balikesîr a têkildarî jiyan û têkoşîna lawê xwe axivî, anî ziman ku lawê wê bi naskirina Navenda Çanda Feqiyê Teyran re hemû jiyana xwe ji çanda Kurdî re veqetand û got: “Lawê min di çarçoveya xebatên çand û hunerê de li qadên goveng, muzîk û folklorê yên çanda Kurdî perwerde didan.”

Bi hemû hebûna xwe li vir im

Dayika Îslam Tolîn Balikesir wiha behsa axavtineke xwe ya di navbera wê û kurê xwe de dike; “Lawê min dest ji dibistanê berda, dema ez çûm ku wî bibinim, min jê pirsî û got te çima dest ji dibistanê berdayê û dê bi gerandina govendê bigihî ku derê? Wî jî got ‘dayê ez êdî bi hemû hebûna xwe li vir im’. Em jî piştî wê rojê tev li jiyana wî nebûn. Lawê min hêj 16 salî bû, bi xebatan re mezin bû. Bêrika li mala me ya aîdê herêma Colemêrgê ji me girt û biribû bi dîwarê cihê ku xebat lê dimeşandin ve daliqandibû.”

Xeyala rojnamevaniyê

Balikesîr, anî ziman ku lawê wê dixwest bibe rojnamevan û eleqeya wî ji kamera û wênegiran re hebû û wiha lê zêde kir: “Lawê min Îslam, di pêvajoya girtina kekê xwe Omer de li dikana wî ya produksiyonê dinihêrî. Li aliyekî diçû dawetan dîmen û wêne dikişandin, li zarokên kurê min ê girtî û li me dinihêrî, li aliyekî jî xebatên çandê dimeşand. Yekane xeyala wî ew bû ku bibe rojnamevan. Carekê bi hemû pereyê ji xwe re komkiribû ji xwe re wênegir û kamerayekî kirîbû. Her tim bi gotinên ‘min ji xwe re makîne girt dema bûm rojnamevan ez ê we bidim rojnameyan’ henek dikirin.”

Çi bi serê min tê bila were

Balikesîr, da zanîn bi armanca ku li dijî polîtîkayên zext û zordariya li ser gelê Kurd deng derxîne lawê wê dixwest bibe rojmevan û got; “Lawê min ji bo ku pirsgirêkên ew û kekê wî ji ber sedemên siyasî pê re rû bi rû diman û zextên li dijî mala me ji cîhanê re ragihîne dixwest bibe rojnamevan. Dema me hewl dide wî ji xebatan dûr bixînin an jî jê re got dê bê girtin ji me re wiha digot ‘Ez Kurd im. Ez tu car dest ji vê fikra xwe jî bernadim. Çi bê serê min jî bila bê.’ Esas bi vê gotina wî me fêm kir ku ka çi dibêje û êdî em tev li wî nebûn.”

Ez bi Îslam serbilind im 

Balikesîr, gotinên kurê xwe yên li dijî astengkirinê bi bîr xist û wiha domand: “Kurê min her tim ji min re wiha digot ‘Heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo vî gelî çi pêwîst be ez ê bikim. Di oxira vê dozê de heta ku hebim ji bo ku çand, huner û Kurdbûna xwe bidim jiyîn ez ê têbikoşim. Dayê ez bimirin jî bi hezaran ên weke min hene, heke ew bimirin bila ez jî bimirim. Çi ferqa min ji wan heye?’ Ji ber vî aliyê wî ê têkoşer em her tim serbilind in. Ez bi lawê xwe serbilind im. Dema min şehadeta lawê xwe bihîst, ji bo ku di rêya rûmetê de çû serê min bilind bû. Ev rê rêyeke pîroz e. Di destê wî de ne çekek ne jî bombeyek hebû, ji bo çand û hunera gelê xwe têkoşiya.”

Mihrîcana Belgefilman a FilmAmed bi pêşengiya Navenda Çand Hunerê ya Cegerxwîn di sala 2016’an de ji bo bibîranîna Îslam Balikesîr bi dirûşmeya “Her der berxwedan her der sînema” hate lidarxistin. Mihrîcan di navbera 24 û 29’ê Gulanê de hate lidarxistin û malbata Îslam Balikesir jî tevlî festîvalê bû. Bavê Îslam Hacı Bedel Balikesir di dawiya festîvalê de da zanîn ku bi rêya festîvalê bibîranîna Îslam û hevalên wî yên hatine qetilkirin cihê rûmetê ye û got; “Ez bi kurê xwe serbilind im. Wî ji bo xelkê Kurd canê xwe feda kir.”

MA/COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.