‘Em bi çeman diaxivin’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 5 Kanûn 2023 - 00:23

  • Stan Squirewell bi teknîka kolajê fotografên kevn ên reşikan ji nû ve şirove dike û bi van xebatên xwe balê dibe ser nasnameya reşikan. Squirewell dibêje: Naxwazim temaşevan tenê bi estetîka berhemên min dakevin, di heman demê de ez dixwazim bi rabuhiriyê re têkiliyekê çêkin û rastiya reşikan her çi be qebûl bikin.”

Hunermend Stan Squirewell, bi rêya teknîka kolajê bala xelkê dibe ser nasnameyên qat qatî, yanî ew bi vê rêbazê nasnameyan bi gewde dike û cilûbergekî li nasnameyan dike. Hunerekî têkilhev bi kar tîne û bi vî hunerê xwe yê têkilhev li nasnameya reşikan dikole, reşikên Efro-Emerîkayî. Ev îlhama wî ya ji bo çêkirina van fîgûran bi wêneyekî dest pê kiriye. Stan Squirewell piştî ku wêneyekî kalikê kalikê xwe dibîne, ev fikir pê re peyda dibe û hizra xwe ya di vî warî de bi van wêneyên ku ji nû ve şirove dike, nîşan dide. Ew ji bo vî karî ji wêneyên belgeyî yên di salên 1900’î de hatine girtin, sûdê werdigire û fîgûrên wî resen in. Wî ev kolajên xwe di pêşangeha “We Speak in Rivers” (Em bi çeman dipeyivin) kom kirine û xebatên wî niha li New York Cityê tên nîşandan.

Stan Squirewell pêvajoya xwe ya afirîner dişibîne karê DJ’yên muzîkê. Ew jî ji bo karê xwe zindîtir bide xuyakirin, malzemeyên cuda bi kar tîne. Nexasim jî qumaşên wî yên rengo rengo ku li ser fîgûran weke pîne disekinin, pirr balkêş û xweşik in. Wî fîgûrên xwe pirr xweşik xemilandine û dixwaze xelk li ser fîgûrên wî yên ku weke gelêrî (anonîm) bi nav dike, careke din bifikirin. Her wiha, ew bi van kolajên xwe yên ku weke pîneyan tên xuyanê, dixwaze xelk vegere rabuhiriyê û zanînên xwe yên derheqê wan salan de careke din binirxîne.

Xelkê vedigerîne rabihuriya reşikan

Stan Squirewell derbarê kar û xebatên xwe de got, “Pirr girîng e ku insan bikevin pey serpêhatiyên xwe û di van serpêhatiyan de tiştên nû kifş bikin. Serpêhatiyên me reşikan jî bêhempa ne, serpêhatiyên bi vî rengî kêm in. Kalikên kalikên me yên ku binyada wan Efro-Emerîkî ye, pirr rengîn in û her yek xwedî serpêhatiyeke cuda ye. Her yekî ji wan rêwîtiyeke cuda kiriye, yanî hin ji me bi keştiyan nehatin vir û pêşiyên me hemû ne kole bûn. Ez bi van xebatan rabihuriya xwe kifş dikim û fikrên heyî yên derbarê reşikan de diguherînim. Dixwazim xelk bi nihêrîneke din jî van meseleyan bibînin. Naxwazim ku temaşevan tenê bi estetîka berhemên min dakevin, di heman demê de ez dixwazim bi rabuhiriyê re têkiliyekê çêkin û rastiya reşikan her çi be qebûl bikin.”

Kalikên kalikê xwe nemir dike

Di xebatên Stan Squirewell de “malbat” û “civak” du babetên sereke ne ku li ber çavên mirov dikevin. Ew îmajên dîrokî dineqîne ji bo kolajên xwe yên rengo rengo. Di warê dîtbarî de bi şêwazeke cuda bi van babetên ku me behsa wan kir, dadikeve. Di xebatên wî de Jin, mêr û zarok îşaret bi girîngiya malbatê dikin. Beriya ku Stan Squirewell fotografan bi malzemeyên cuda bixemilîne, ew tenê fotograf in. Lê afirîreniya Squirewell dike ku ew bi awayekî din jî werin xuyakirin û piştî ku ew bi qumaşên rengo rengo bi van fotografan dadikeve, fotograf dibin tiştekî din. Squirewell bi van kolajên xwe kalikên kalikê xwe nemir dike û dike ku xelk li hember rabihuriya reşikan rêzê bigire.

Dixwazim wan bidim qebûlkirin

Stan Squirewell ku bi van xebatên xwe balê dibe ser dîroka derewîn a fermî, dibêje, “Ez bi van xebatên xwe li dîrokê vedigerim, gelek fotografên ku tevî serpêhatiyên xwe hatine jibîrkirin, bi rêya dîtbariyê ji nû ve dinirxînim. Dixwazim pêwendiyan çêkim bi rabihuriyê re û bi vî awayî hewl didim hin nihêrînên şaş biguherînim. Ji lewma gelek tiştên ku em derbarê dîrokê de dizanin, şaş in û ev dîroka fermî bi nihêrîneke serdest hatiye nivîsandin. Heta ji min tê, ez kûrahî û manewiyatekê li fîgûrên xwe bar dikim. Kesên di van wêneyan de di wextê xwe de hatin înkarkirin, ez jî bi van xebatên xwe dixwazim wan bidim qebûlkirin.”

Pêşangeha li Claire Oliver Gallery ya New York Cityê wê heta 13´ê Çile li xelkê vekirî be.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.