Em bi birayê xwe serbilind in

În 2 Hezîran 2023 - 14:22

BARAN GERMIYANÎ / ROJNEWS / KELAR

HPG’ê di 31’ê Gulana 2023’yan de bi daxuyaniyekê ragihand du gerîlayên wan di 17’ê Gulanê de li herêma Besta ya Şirnexê şehîd bûne. Yek ji wan gerîlayên şehîd xelkê navçeya Kelar ya Başûrê Kurdistanê şehîd Şerger Caf e.

Birayê şehîd Şerger Caf, Saman Hesen derbarê şehadeta birayê xwe de got, birayê wî bi daxwaza xwe tevlî nava refên gerîla bûbû û wioha peyivî: “Bi biryara xwe tevlî bûbû, niha ku di oxira xak, nîştiman û welat de şehîd bû, em pê serbilind in. Hêvîdar im Kurd bibin yek, ger yekîtî hebe wê serketin jî hebe. Ji bo ku rê nedîn dagirker welatê me dagir bikin, hêvîdarim ciwanên me berê xwe bidin nav gerîlayên azadiyê de.”

Di dawiya axaftina xwe de Saman got, “Ya ku gerîla dike, kesekî din nake, divê her kes bizane ku gerîla ji bo Kurdan cihê serbilindiyê ye. Ji ber ku ew ne di oxira sermaye û aboriyê de kar dikin, ew xwîna xwe ji bo xak û nîştimanê dirêjin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.