Em berê xwe bidin Ocalan

Şemî 14 Hezîran 2025 - 03:45

'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a 27'ê Sibatê ya Rêber Apo li Zanîngeha Cenevreyê hate nîqaşkirin. Navenda Mafên Mirovan a Cenevreyê, Tora Piştevaniyê ya Serhildan, Navend Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê û Sendîkaya Xwendekaran a Cenevreyê CLAE li kampusa Uni-Mail a Zanîngeha Cenevreyê bi serrnavê 'Bang û înîsiyatîfa Abdullah Ocalan. Li Kurdistan û cîhanê projeyên ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk' konferansek lidar xistin. Parêzerê Swîsreyî Olivier Peter modaratorî ji konferansê re kir û endama KNK'ê Nîlufer Koç û ji profesorên Enstîtuya Lîsansa Bilind a Karên Pêşveçûnê û Navneteweyî ya Cenevreyê û yek ji raportorên Neteweyên Yekbûyî Miloon Kothari weke axaftvan beşdarî konferansê bûn.

Di destpêka konferansê de parêzer Olivier Peter axivî, bal kişand ser pêvajoya ku Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd da destpêkirin û destnîşan kir ku Cenevre ku li qdaa navneteweyî cihekî girîng e, divê bibe piştevanekî girîng ê vê pêvajoyê. Peter wezîfeya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo pêkanîna aştiyê ya li cîhanê bi bîr xist û got:"Li gorî peymanên navneteweyî ku her welatekî endamê Neteweyên Yekbûyî mohra xwe danîne binî, berpirsyara wan e ku piştgiriyê bidin pêvajoyên aştiyê û pêkanîna aştiyê. Em li ber pêvajoyeke dîrokî ne. Îro li Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran mirov li benda edaletê ne. Ev pêvajo ne tenê tê wateya çekdanînê, di heman demê de divê sedemên ku şer bi xwe re anîne ji holê bêne rakirin. Em hemû baş zanin ku edalet nebe aştî jî nabe."

Dewletê nekarî bi Kurdan

Nîlufer Koç bal kişand ser aliyê dîrokî yê pirsgirêka Kurd û pêvajoya ku Rêber Apo afirandiye. Nîlufer Koç bib îr xist ku dewleta Tirk di bin navê 'Plana çalakiyê ya têkbirinê' de 10 salên dawî bi hemû hêza xwe li hemberî Kurdan şer kir û got:"Li gel êrîşên ehrî giran jî nekarî Kurdan têk bibe. Armanca wan a bingehîn ew bû ku hem li Sûriyeyê herêma xweser, hem jî PKK'ê bi temamî ji holê rakin. Lê bele nekarîn vê bikin. Nîlufer Koç anî ziman ku bi bandora bûyerên li cîhanê û Rojhilata Navîn dewleta Tirk careke din bi Rêber Apo re dest bi pêvajoyekê kir.

Em ê ji Ocalan hîn bibin

Ji profesorên Enstîtuya Lîsansa Bilind a Karên Pêşvebirinê û Navneteweyî ya Cenevreyê û ji raportorên Neteweyên Yekbûyî (NY) Miloon Kothari têkildarî girîngiya fikrên Rêber Apo pêşkêşiyek kir û got:"Gelek tişt hene ku em ji Abdullah Ocalan û tevgera Kurd hîn bibin. Birêz Abdullah Ocalan bi fikrên xwe tevgereke welê afirand ku li cîhanê mînaka xwe nîne. Hêmana esasî ya ku Abdullah Ocalan û tevgera Kurd ji yên din cuda dike ew e ku fikrên wî dikevin meriyetê, yanî di pratîkê de bersiva xwe dibîne. Abdullah Ocalan xwedî taybetmendiyeke welê ye ku hem ji bo gelê Kurd û tevgera xwe, hem jî ji bo herêmê û qada navneteweyî rastiyê dibîne. Li gorî van rastiyan jî fikir û polîtîkayê diafirîne. Bi tezên xwe yên Konfederalîzma Demokratîk re jiyana bi hev re ya cihêrengiyan ji xwe re dike esas. Dewletê red dike yan jî diyar dike ku divê dewlet li ser neteweyekê ava nebe. Bi rengekî radîkal wê yekê diparêze ku azadî û demokrasiya civakî tenê bi azadiya jinê pêkane. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên vê serdemê meseleya ekolojiyê ye. Nivîsên Abdullah Ocalan ên li ser vê mijarê, wê weke jiyaneke ekolojîk dinirxîne. Ya ku diqewime jî weke 'Raperîna xwezayê' pênase dike. Abdullah Ocalan dibêje çi ji bo jinan derbasdar be ji bo hawirdorê jî derbasdar e."

Ocalan lîderekî enternasyonal e

Kothari di dawiya pêşkêşiya xwe de got:"Herî dawî dixwazim vê bibêjim: Îro li cîhanê kêmasiyeke cidî ya lîderiya global heye. Lê belê dema ku nivîs û pirtûkên Abdullah Ocalan dixwînim, dema ku min tevgera Kurd ji nêz ve lêkolîn kir, dît ku Abdullah Ocalan ji aliyê lîderiya global ve yekî mînak e. Abdullah Ocalan lîderekî enternasyonal e, divê em berê xwe bidin wî." Konferans piştî pêşkêşiyê bi beşa pirs û bersivê bi dawî bû.

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.