Em bêhtir nêzî azadiyê ne

Çarşem 27 Mijdar 2024 - 03:15

  • Komîteya Rêveber a PKK’ê, Koordînasyona PAJK’ê û Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyan salvegera 46’an a PKK’ê pîroz kirin û gotin: Ji herdemê em bêhtir nêzî azadiya fizîkî ya Rêber APO û çareseriya meseleya Kurd a li ser bingeha azadiyê ne.

Komîteya Rêveber a PKK’ê, bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.Daxuyaniya PKK’ê bi vî rengî ye:"Em salvegera 46’an a damezrandina partiya xwe PKK'ê ku di 27'ê Mijdara 1978'an de ava bû, pîroz dikin. Gelê me û dostên me salvegera damezrandina PKK'ê û Cejna Partiya me bi çalakiyên cur bi cur pîroz dikin. Em vê Cejna Partiya xwe, bi coşa ku me ji silava Rêber Apo girtiye, pêşwazî dikin. Jin û ciwan, gelê me û dostên me bi çalakiyên ku ji Kolnê heta Êlihê û Dersimê li her qadê bi pêş xistine silavên Rêber Apo pêşwazî dikin û bi bêrîkirinên kûr û rêzdarî Rêber Apo silav dikin. Hêzên me yên gerîla yên qehreman bi çalakiyên azadiyê yên ku li her qadê bi taybetî li Zap û Metînayê pêş xistine hewl didin ku silavên Rêber Apo bi wate bikin. Li ser vê bingehê em Rêber Apo ku bûye rêberê rizgarî û azadiyê yê hemû gelên bindest û bi taybetî yê jinan bi bêrîkirin, hezkirin û rêzdariyeke kûr silav dikin û careke din Cejna Partiyê ya 47'an pîroz dikin. Rêber Apo bi pêş xistina têkoşîna mezin a salên bihurî û pêşxistina Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk re bûye rêberê pêşeng a navneteweyî ku rêya rizgariyê nîşanî hemû gelên bindest dide. Jinên Kurd ên bi jineolojiyê zane bûne û xwe rêxistin kirine, li her qadê ji têkoşîna azadiya jinê re pêşengiyê dikin. Pir eşkere ye ku Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hedef dike, bi awayekî cidî zor li rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê kiriye û ew anîye ber hilweşandinê. Çalakiyên gelê me û dostên me hemû aliyên êşkenceya Îmraliyê, tecrîdê û pergala qirkirinê teşhîr kirine.  Berxweda gerîlayên me yên leheng a li Zap û Metînayê, faşîzma AKP-MHP’ê xitimandiye û serûbin kiriye.  Diyar e ku êdî piştgiriya navneteweyî jî û piştevaniya PDK’ê û dewleta Iraqê jî tê rê nake.  Di 23’yê Cotmehê dubare hate îspatkirin ku tu cih nîne ku Fedayîyên Nemir ên Kurdistanê lê nexin. Ji bo Tirkiyeyê ji bilî esasgirtina hêza Rêber Apo ya têkildarî çareseriyê û demokratîkbûna têkildarî azadiya gelê Kurd tu rêyên din nemane. Di sala 47’an a têkoşîna PKK’ê de, em ji her demê zêdetir nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya li ser esasê pirsgirêka Kurd in. Lê belê eşkere ye ku ev yek bêyî têkoşîn yan jî bi têkoşîna nebes re pêk nayê. Li ser vê bingehê, em car din Cejna Partiyê li gel û dostên xwe pîroz dikin; em bang li her kesê dikin ku şahiyên bibandor lidar bixin û çalakî û şahiyên ji bo Salvegera Damezrandina Partiyê bi têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re bikin yek, Pêngava Azadiyê ya Kûreyî bi rê û rêbazên hîn afirêner û bibandor re mezin bikin!”

PKK îradeya jina azad e

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û Cejna Vejînê li her kesî pîroz kir û wiha got:“Bi coş û heyecaneke mezin em salvegera 47. ya damezirandina PKK pêşwazî dikin, bi vê boneyê em vê rojê li Rêber Apo ku di encama kedeke mezin de PKK ava kir û mîmarê PKK’ê ye, pîroz dikin. Di şexsê rêhevalên pêşeng ku di salên destpêkê yê damezrandina PKK’ê de cih girtin weke heval Hakî Karer, Sakîne Cansiz, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan de em hemû şehîdên ku di avakirina PKK’ê de kedeke mezin dane û di pêşketina têkoşînê de jî bi lehengî û qehremanî têkoşiyane, salvegera damezrandina PKK’ê li şehîdan pîroz dikin. Ragihandina damezrandina PKK’ê di pêvajoyeke xeternak û girîng de pêk hat. Di wê pêvajoyê de pêwîstiyeke mezin a rêveberiyeke fikrî û îdeolojîk hebû ku bikare civakê ji qirkirinê û asîmîlasyona çandî û nîştimanî û ji qirêjiyên siyaseta faşîzane ya dewleta Tirk rizgar bike. Ev yek piştî lêkolînên analîtîk û stratejîk ên dîrokî yên Rêber Abdullah Ocalan tevî komeke hevalên îdeolojîk û fikrî kirine, pêk hat.

Mîlada partiyê mîna bersiva tolhildanê û dîrokî li hember dewleta Tirk a faşîst û dagirker bû. PKK bi xeta azadiya jinan, xeta polîtîk û pergala rêxistinî ya ku hiş û dilê jinan ji xwe re dike esas, bandorê li ser hemû rêxistinên çepgir, ekolojîk, azadîxwaz ên dinyayê dike û pêşengtiyê ji wan re dike. Li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst, partiya me PKK yekane hêz e ku modernîteya demokratîk bi rêxistin kiriye. Em sala têkoşînê ya 47’an a PKK’ê bi daxwaz, biryardarî û coşeke mezin pêşwazî dikin. Bi vê boneyê em di şexsê milîtana pêşeng a PKK-PAJK’ê û endama Meclîsa Fermandariya YJA-Starê hevrê Medya Egîd -ku yek ji mînakên herî xurt ên vê rastiyê ye, hemû rêhevalên ku di xeta fedayî û di israra serkeftinê de bi berxwedanî û biryardariya jiyana azad li berxwe didin silav dikin. Em gelê Kurd û tevahî pêkhateyên din, hemû azadîxwaz, demokratên cîhanê ku piştgiriyê didin azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd, silav dikin. Em bang li hemû hêzên azadîxwaz, demokrasîxwaz û siyasî yên Kurdistanî, Ereb, cîhanî û aktîvîteyên civaka sivîl, rêxistinên jinan, yên çandî û hiqûqî dikin ku tevlî hemleyên piştevaniyê bibin.”

Bi PKK’ê serdemeke nû destpê kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê jî bi wesîleya salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê daxuyaniyek weşand û wiha got:"Piştî ku PKK rabû li Kurdistanê serdema qirkirin, mêtingerî û koletiyê bi dawî bû, li ser bingeha azadiyê serdemeke nû ya dîrokî destpê kir. Ji ber vê yekê, em vê gava bi wate bi hestên xwe yên şoreşgerî silav dikin û di serî de li Rêber Apo, li şehîdan, gelê Kurdistanê yê welatparêz, Gerîlayên Azadiyê, milîtanên PKK û PAJK'ê, hevrêyên li zindanan li ber xwe didin, li jinan, ciwanan, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, li şoreşgerên ku ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê têdikoşin, li cîhana demokratîk, sosyalîst û li mirovahiya pêşverû pîroz dikin. Têkoşîna ku PKK'ê pêşengî jê re kir, ne tenê gelê Kurd vejand, di heman demê de hîmên pergala heyî ya li Rojhilata Navîn jî hejand. Bêguman dema ku wate û mîrateya PKK'ê dibe mijara gotinê, tevkariya herî mezin a ku li mirovahiyê hate kirin, sîstema jiyana azad a alternatîf e ku Rêber Apo afirand. Rêber Apo li dijî jiyana modernîteya kapîtalîst ku kesayet, civak û xwezayê dixe bin serweriya xwe û talan dike, paradîgmaya civaka azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk afirand, ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bûne mîna girêka kor, projeya neteweya demokratîk destnîşan kir û ji bo têkoşîna sosyalîst demokratîk ji rewşa xitimandî rizgar bike, sîstema konfederalîzma demokratîk afirand, bi vî rengî nîşan da ku ji bo çareseriya pirsgirêkên vê serdemê ew xwedî çareseriya herî cidî ye. Yek ji pîvanên bingehîn ên cewhera PKK'ê bêguman nirx û qîmetê dide jinê û azadiya jinê. Ev pîvana bingehîn a PKK'ê di vê serdemê de bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê rêbertiyê ji jinan re dike. Yek ji mijarên sereke yên nirxandinê ew e ku bê fêhmkirin, bê PKK li ser kîjan bingehan derkete ser dika dîrokê, xwe spart kîjan dînamîkên têkoşînê, ewqas pêşketin bi çi rengî pêk anî, li gel êrîşên giran ên herêmî û navneteweyî çawa li ser piyan ma û pêşketin afirand. Lewma divê ji aliyê zanistî ve lêkolîn li ser bê kirin. Di sala têkoşînê ya 47'emîn a PKK'ê de ji her kesên ku ji bo cîhaneke wekhev û azad têdikoşin re em serketinê dixwazin, silav û hezkirinên xwe pêşkêş dikin û di çarçoveya Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî de bang li her kesî dikin ku ji bo avakirina jiyaneke demokratîk a komun û kesayetên azad hîn bêhtir bixebitin û têkoşînê bimeşînin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.