Em bêdengiyê qebûl nakin

Pêncşem 16 Gulan 2024 - 00:06

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Tetwanê nerazîbûn nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan dan û diyar kirin ku ji bilî azadiya fizîkî ya Ocalan tu rêyeke din tune ye û ew ê vê bêdengiyê qebûl nekin. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Tetwanê Gulbahar Kiliçê got “Divê birêz Ocalan bê berdan. Girtiyên me ji ber şert û mercên li ser birêz Ocalan bi mehan e li ber xwe didin. Bi salan e birêz Ocalan di aştiyê de israr dike, lê ew di şer de israr dikin. Tu tişt bi şer nayê bidestxistin û sed salên din jî berdewam bike, cihê ku werê maseya aştiyê ye. Eger dewletên Ewropayê qala mafên mirovan dikin, divê ji vê binpêkirina giran re bêjin 'êdî bes e' û dengê xwe bilind bikin. Ev bêdengî nayê qebûlkirin."

Gulperî Îlbasanê jî got:“Ez tecrîda ku li ser birêz Ocalan ku li hemû girtîgehan belav bûye, şermezar dikim. 38 meh in tu xeber ji birêz Ocalan nayê girtin. Li hemberî tiştên tên kirin divê em li ber parlamentoyê dengê xwe bilind bikin. Em ji hovîtiya li ser gelê kurd re dibêjin 'êdî bes e'. Li cîhanê rewşeke nedîtî ye; 38 meh in destûr nayê dayîn ku kesek ne bi malbata xwe ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Her roj kezeba dayikan dişewite. Di roja dayikan de jî em ne kêfxweş in. Em ji vê bextewariyê bê par mane. Li girtîgehan guh li girtiyên me yên nexweş nayê kirin û roj bi roj rewşa wan a tenduristiyê xerabtir dibe." Îlbasanê bal kişand ku girtî bi mehan e li girtîgehan çalakiyan li dar dixin û ev bang kir:“Çalakî ne tiştekî ku li bajarekî an jî bi çend kesan pêk werin. Beriya her tiştî divê çar parçeyên Kurdistanê li hemberî vê hestiyar bin.Ger dema di meha ewil a agahînegirtinê de me dengê xwe derxista, tecrîd wê nehata vê astê. Lewma xwedîderketineke xurt divê." 

MA/BEDLÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.