Em azadiya Ocalan dixwazin

Çarşem 11 Îlon 2024 - 02:40

Li ber AZC Plaza ya Semta Ofîsê bi pêşengiya malbatên girtiyan çalakiya ‘’Deng bide azadiyê’’ hate kirin û di çalakiyê de hate xwestin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan demildest were rakirin û Rêber Ocalan ji alî fizîkî ve azad bibe. Li Mêrdînê jî hate gotin tecrîda li ser Ocalan, tecrîda li ser civakê ye.

Bi pêşengiya malbatên girtiyan li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’’ hate kirin. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Amedê, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî jî tevlî çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de ya li ber AZC ya Ofîsê ji malbata girtiyan Nazîma Boltan axivî. Boltan got,“Daxwazên zarokên me bi cih bînin. Zarokên me azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Em çawa bi zarokên xwe re hevdîtinê dikin bila Abdullah Ocalan jî hevdîtinê bike. Em naxwazin zarokên me tu çalakiyên din bikin.”

Em vê zilmê qebûl nakin 
Yek malbateke din a girtiyan Rabîa Ataş got: “Heke tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe wê tecrîda li ser zarokên me jî rabe. Ez hefteya borî çûm girtîgehê. Dema zarokên me hatin hevdîtinê ew tazî kirin û wiha ser wan seh kirin. Keça min di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Em vê zilmê qebûl nakin.” 
Nûray Abay, anî ziman ku bi salan e nêviyê xwe nedîtiye û diyar kir ku ev yek zilm e û xwest tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. 
 
Em ê li kolanan bin

Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Necla Acibûca diyar kir ku heta tecrîd were rakirin wê dengê xwe derxînin, li kolanan û qadan bin. Acibûca wiha berdewam kir: “Em hemû jî dizanin ku ev tecrîd bêhiqûqî ye, zilm e, neheqiyeke mezin e. Em bi tecrîdê dizanin ku girtiyên siyasî bi bêhiqûqiyan di bin zilmê de tên ragirtin.’’

Muxatab Ocalan e
Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi esasî tecrîda li ser civakê ye, rola O
calan a ji bo aştiyê û çareseriya pirsa Kurd destnîşan kir û xwest ku tecrîd were rakirin. Tanhan wiha got:’’Îro li Rojhilata Navîn li her derê şer heye. Li her derê ji bo şer hewl tê dayîn. Lê yekane kesek heye ji bo aştiyê hewl dide. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê yekane kesê ku aştiyê dixwaze birêz Ocalan e. Heke hûn bixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin mûxatab birêz Ocalan e. Fikrên wî ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo hemû cîhanê girîng e. Ji ber van sedeman divê hûn bêyî deqîqeyekê bisekinin tecrîdê bidawî bikin û pêşiyê li vî şerî bigirin. Bila dengê aştî û demokrasiyê bilind bibe.”

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.